Namzetiya Ferhad Pîrbalî ya ji bo serokatiyê çima nehat qebûlkirin?
Ferîd Demîrel
Piþtî êrîþa li ser Ferhad Pîrbalî, min hewl da ji baþûr hinek zanyariyan werbigirim. Min têkilî li gel hin mamosteyên zankoyan, hin nivîskar û rojnamegeran danî.
Ka em binêrin bê di sê mehên dawiyê de li Hewlêrê çi qewimî ye.
Piþtî referandûma serxwebûnê ya Rezbera (Îlon) 2017'an Mesûd Barzanî, Serokê Baþûr di Çiriya Paþiyê ya heman salê de dest ji wezîfeyê xwe berda bû. Ji wê rojê û vir ve posta serokatiyê vala mabû. Di 30'ê Îlona 2018'an de hilbijartina Parlamentoyê çêbû. 28'ê Gulanê jî hilbijartina serokatiyê pêk hatiye û di vê hilbijartinê de Nêçirvan Barzanî wekî serokê nû yê baþûr hatiye hilbijartin.
Ji bilî Nêçîrvan Barzanî hin kesên din jî serî li namzetiyê dabûn.
Yek ji wan jî Ferhad Pîrbal bû.
Pîrbal 13'ê gulanê li ber Parlemena Baþûr, ji bo kanala televîzyonê ya bi navê Payam axivî. Di vê axaftina xwe de behsa namzetiya xwe ya hilbijartina Serokatiya Baþûr dike. Dibêje projeyên min hene û ez dixwazim bibim namzet. Behsa wan îdîayan dike ku dibêjin “derûniya Pîrbalî ne baþ e” û dibêje ku “bila belgeyan pêþkêþ bikin. Ez baþ im.”
Piþtî vê daxuyaniyê di 15'ê gulanê de ji bo Dengê Amerîkayê jî eþkere dike ku ew bûye namzet.
Di vê hevpeyvînê dibêje, “Ez ji hemû kesan bêhtir hêjayî vê erkê me, karîzmaya min ji ya namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî zêdetir e.”
Behsa projeyên xwe dike.
Em ji vê nûçeyê fam dikin ku Pîrbal xwe wekî rikeberê ango hevrikê siyasî yê Nêçirvan Barzanî nîþan dide.
Di heman rojê de li ser hin hesabên medyaya civakî behsa namzedên hilbijartinê hatiye kirin. Di vê lîsteyê de ji bilî Nêçîrvan Barzanî navê Umêd Balanî, Yasîn Abdulwelîl, Rêbiwar Ezîz Mistefa jî wekî namzet hatiye nivîsandin. Her wiha navê Ferhad Pîrbalî jî heye.
Roj hatiye û lîsteya namzetan eþkere bûye.
Lîste ji pênc navan pêk hatiye:
1- Nêçîrvan Idrîs Mistefa Barzanî
2- Umid Abdulselam Qadir
3- Mehmûd Salih Emer
4- Rêbiwar Ezîz Mistefa
5- Hîwa Abdullah Xidir
Yanî navê Ferhad Pîrbalî di lîsteya fermî de nîn e.
Di 26'ê dulanê de em ji vîdeoyeke ku li ser hin hesabên medyaya civakî hatiye belavkirin, fam dikin ku Pîrbal çûye ber parlamentoyê û xwestiye fam bike bê ka çima namzetiya wî nehatiye qebûlkirin. Lê bi qasî ku em di vîdeoyê de dibînin, Pîrbalî tu bersivek bi dest nexistiye.
Piþtî wê bi du rojan, di 28'ê gulanê de zanyariya êrîþkirina li ser Pîrbalî belav bû.
Êrîþkar kî ne, çi kes in em nizanin, lê berpirsiyariya hikumet, rayedar û rêveberên Baþûr heye ku êrîþkaran bibîne û pêvajoya dadkirinê bide dest pê kirin.
Li gorî hin îdîayan li Baþûr “xebatek” li hemberî Ferhad Pîrbalî tê meþandin. Di vê “xebatê” de tê gotin ku “dêrûniya Ferhad Pîrbalî ne baþ e”.
Di nivîsa duh de jî min behs kiribû. Di sala 2018'an de piþtî desteserkirina Pîrbalî, bi heman gotinan xwestibûn wî biþînin nexweþxaneyê.
Tê gotin ku di vî warî de ev “xebat” hinekî bi ser ketiye. Di nava civakê de êdî bi çavê “dînîtiyê” li Pîrbalî dinêrin.
Hin kesên ji Bakur jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî Pîrbalî wekî nexweþ, wekî kesekî tilyakkêþ nîþan didin.
Gotina dawiyê:
21'ê avrêlê (Nîsanê) li Ukraynayê hilbijartin çêbûye. Di vê hilbijartinê de Vladimir Zelenskiy, lîstikvanê rêzefîlman ji sedî 73 deng bi dest xistiye û bûye Serokê Dewletê. Zelenskiy komedyen e.
Çima Ferhad Pîrbal nikare bibe Serokê Baþûr?
feridemirel@gmail.com
**
Li ser meseleya Ferhad Pîrbal du nivîsên din:
- Ferîd Demîrel: Bîenala êrîþkirina li ser Ferhad Pîrbalî dest pê kiriye
- Omer Dilsoz: Kurdekî dinyaya berze: Pîrbal
**
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîþan:
Yýldýztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-Ýstanbul, Telefon: 0212 -6266455, info@davetiyeonline.net