'U14' yê Amed Sporê bû þampiyon
Diyarname
Tîma ciwanên Amed Sporê "U14" îsal salek baþ derbas kir û maça xwe ya dawî ya "Beþa Fînalên 1'emîn ên U14 ya Tirkiyeyê" li Mereþê lîst. Û bû þampiyon.
U14 ya Amed Sporê di maçên herêmî de hemû maçên xwe bi dest xistibûn û bûbû þampiyon. Piþtî vê mafê lîstina di "Fînalên Tîmên 1'emîn ên U14 yên Tirkiyeyê" de bi dest xistibû.
Di Maçên Fînalên Tîmên 1'emîn ên U14 yên Tirkiyeyê de U14'ya Amed Sporê sê maç lîstin. Di maça yekem de tîma U14 a Adiyaman Sporê bi 2-0, maça duyem de tîma U14 a Hatay Sporê bi 2-1 têk bir û bû reqîbê U14 ê Kayserî Kocasînan.
Maça fînalê ya ligel Kayserî Kocasînanê de U14 ya Amed Sporê bi 1-0'ê bi ser ket û bû þampiyon. U14 ya Amed Sporê bi vê serketinê di nav hemû tîmên Tirkiyeyê de ket nava 20 tîmên serketî.