Helîm Yûsiv û romana kurdî
CANO ÞAKIR
Di nava rewþa kurdan a kambax de naskirina kavilên peyvê û danasîna wêjeyeke birêkûpêk hîna baþ nehatiye kirin. Dahênan û afirandina romana kurmanciyê ne hêsan û rehet e; heger em behsa yekî ji stûnên romana kurdî bikin ya îro bikin, em ê navê Helîm Yûsiv jî bi lêv bikin.
Dema ku em behsa romana kurdî dikin em ji bîr nekin ku em behsa peydebûna êþê û nûkirina þewatan dikin. Helîm Yûsiv yek ji stûnên wêjeya kurdî ye. Di nava xebatên Helîm Yûsiv yên edebî de trajediya em tê de heye ya ku ji ber kaþoyê dîrokê pekî û niha li ber pênûsa Helîm Yûsiv ziq rawestiyaye. Helîm Yûsiv bi zimanekî têr û bi ramanên ji serpêhatiya dîrokê tije lixwemikurhatinên me li cihana xwe a servekirî bi romanên xwe digerîne.
Peyvên Avis û çîrokên qedexe
Peyvên Helîm Yûsiv bê tevger avis dibin û dema ku ji nav tiliyên wî derdikevin, tirsê dikin dilê neyarên kurdan û çavnebarên wêjeya gelê Kurdistanê.
Berhema wî ya pêþî sala 1991'ê, bi navê El-Recûl El-Hamîl (Mêrê Avis) bi zimanê erebî li Þamê çap bûbû. Berhem ji 15 çîrokan pêk dihat lê çîroka a bi navê (Cihan ji Avdestxanê Tengtir e) ji aliyê wezareta Ragihandinê û Yekîtiya Nivîskarê Ereb ve hate qedexekirin, lê piþtî ku Mêrê Avis bi kurdî derket, ev çîrok wekî orjînala xwe hat çapkirin.
Ev yek ji wê encama þoreþa peyvên Helîm Yûsiv ên avis e ku peyvên avis dikarin wisa ne tenê bandorê li wêjeya erebî bikin, her wiha tirsê têkin dilê rewþenbîriya ereb.
Cihana xwîneran dikemilîne
Di mijara jinê de Helîm Yûsiv ne tenê bi navê berhemên xwe ku zêde balkêþ in bala xwîneran dikiþîne. Ew her wiha bi mijarên cihêreng û rewþa jina serdemî yên bi bandor ên jina ku li ser erþê împeratoriya peyvên Helîm Yûsiv pal daye, û bi êþa jinê û êþa peyvê jî cihana xwîneran dikemilîne.
Li ser Mirî Ranazin
Heger em ji çîroka Guhê Jêkirî dest bi goristanên peyvên zindî bikin, em ê demên dirêj û serdemên bê dawî li benda derketina hilatina rojê bimînin. Gelo li ser girê Þermola xewa miriyan tê?
Di bin wî girê axî de gelo hûn dizanin bê çiqas peyvên herifî bi ser hev de winda ne? Di bin wê xweliya dîrokê de hûn dizanin bê celadên wêjeyê serê çend peyvan birîne?
Helîm Yûsiv di goristanên xwe yên ku li ber rengê rewrewka dîrokê mezin bûne, me dike dilê goristanên zindiyan li seran serî girê Þermola li ser baskên peyvê digerîne.
Ji Sobarto û êþ
Êþên Helîm Yûsiv yên tozgirtî yên serdemên kevin ku ji keviyên þewta Sobartoyê ne.
Helîm Yûsiv gelek mijarên ku li ser sînga welatekî bi êþ rakiriye û bi giyanê peyvê ji nû ve zindî kiriye. Heger em wisa nîþan bidin, wekî mîna petrola ku ji nava her du lingê wê jina beden spî a komara welatê Sobarto diherike.
Nivîsandina romanê li cem Helîm Yûsiv di aliyekî xwe yê bingehîn û rasteqîn de, nivîsandina êþ û dîroka êþê bi xwe ye. Heger em baþ mijarên Helîm Yûsiv yên hemî berhemên wî bixwînin û têbighîjin, em ê bi aweyekî rasteqîn rastî êþên xwe werin.
Memê bê Zîn
Dema ku mirov çîroka Memê bê Zîn dixwîne wekî romaneke kin û tije peyvên watedar mirov hîs dike ku rûpelên wê qet naqedin. Mijara Memê bê Zîn li nava xwendevanên ku dîroka Mem û Zînê bihîstine rastî eleqeyeke mezin hatin. Mem û Zîn li mejî û bîra her kurdî de ye lê li cem Helîm Yûsiv Mem bê Zîn e.
Pênûsa Helîm Yûsiv bi dengê xelkên rojavayê Kurdistanê re serî hilda û Tirsa bê Diran bi dîwarên tirsê re þikand. Di ancamê de Romana Tirsa bê Diran derket holê.
Li ser bejahiya zeviyên Helîm Yûsiv masiyên ku bi hunera wî mezin dibin, qelew dibin, berz dibin û bi hêz dibin, tî jî dibin. Di romana wê Gava Masî Tî Dibin de, em carinan rastî deriyê hesinî tên carinan rastî kûçik tên û carinan rastî komê li ser serê masî tên.
Carinan em dilsariya xwe dikin bin þûtika þervanekî kurd ê birîndar û dilê me pê germ dibe, di bin berf û bahozê de lingên ku ji berfa Zagros û Gabarê þewitîn, em dibûm pêlavên þervanan. Wisa di nava tevgerên Masî de rêwîtiya bê ling destpêk e û dewam dike.
Di nav çanda stranbêjiyê ya gelê êzîdî de bi taybetî li Þingalê dibêjin, “Ay dilo sala berî vê salê ez li benda te bûm; Ez ji bo te þewitîm wekî masiyekî di binê behra de ji tîna bifetise.”
Auslaender Beg
Peyva Auslaender (Biyanî) bi almanî ye. Auslender Beg ku mijara trajediya kurdan a koçberiyê ye ku di salên dawî de pêlên koçberiyê gelekan ji wan jiyana xwe ji dest da û ketin binê behran. Ev bû sedem ku berhema wî ya bi navê Auslaender Beg derket.
Di romana 99 Morîkên Belavbûyî de her ku em rahêjin morîkekê, ew morîk wê bi me re biaxive û behsa xwe bike.
Gelo ma ka çend ji morîkan emê bidin hev ta ku em rastiya dîroka xwe a winda nas bikin?
Wehþê di hundirê min de
Romana Helîm Yûsiv a herî dawî, Wehþê di Hundirê Min de ye. Helîm behsa wehþekî dike ku me vegerîne salên berî salên 1970'yî; berî desthilatdariya Hafiz Esed.
Di vê romanê de ew wehþê ku roj bi roj û sal bi sal mezin dibe û dibe bela serê gelê kurd û li rojavayê Kurdistanê, hetanî roja me ya îro ku bihatina Bihara Gelan.
Bi hatina vê Biharê re wehþê qirik dirêj neçar dimîne ku li ber hêza Kurdan û serhildana wan bê hêz dibe.
14.05.2019, Yenî Ozgur Polîtîka