Çîroka þanogerekî pênaber: Aram Taþtekîn
Recep Îçen
Em vê carê portreya þanogerekî ji Amedê pêþkêþ dikin. Portreya Aram Taþtekîn. Çîroka þanogerê ku li Amedê dest pê kiriye û li Fransayê bi penaberî lê dîsa di þanoyê de didome. Vaye ji dvê wî çîroka wî:
Mîrovekî ku jiyana wî ji rêzê be nikare bibe hunermend. Em dema li jiyana hemû hunermendên serkeftî dinêrin jiyana wan hemûyan sansasyonel e. Jiyana me jî di xwezaya xwe de sansasyonel e. Gava ez behsa çîroka xwe dikim kesên Fransî ji min dipirsin, gelo ev rastiye an te afirandiye? Gava ez ji welat derketim min got ezê teqez hunera xwe berdewam bikim. Li vir ez mecbûr im li ber xwe bidim. Ez nehatime ku li kolanên Ewropayê bigerim û jiyanekî ji rêzê bijîm. Jiyanekî ji rêzê min dikaribû li welatê xwe jî bijîm. Mesele haps be ez karibûm wekî hemû kesan biketima hapsê jî lê min li hemberî vê yekê îtîraz kir. Min got na ez ê bedana xwe mehkûm nekim û ezê berdewam bikim.
Belê ez li Fransayê me, lê hîn mêjiyê min li Kurdistanê ye. Ez gava serê sibê þiyar dibim dadikevim kolanan ez ferq dikim ku ev cihekî din e. Ez her roj bi vê þikestinê þiyar dibim. Di dilê min de hêlek din heye û dibêje Aram tu yê di demeke nêz da vegerî Kurdistanê. Teqez ez ê vegerim welatê xwe. Ji ber vê jî ez haziriya roj bi roj dikim, çi ji destê min tê ez dikim; ez xwe xurt dikim û tûrikê xwe tijî dikim. Ez dibêm, ez ji vir çi bikim tûrikê xwe ji bo pêþeroja þanoya kurdî derfeteke/nêrîneke cuda ye. Ez bi vê motîvasyonê tevdigerim û heta niha min moralê xwe qet xera nekiriye. Belê hestiyarî heye, êþ heye, elem heye lê niha ez van diavêjim paþ. Ez wiha difikirim: Me kurdbûnê ne hilbijart ku em kurd bin, lê piþtî ku em kurd in, em mecbûr in ku em heqê kurdbûnê bidin.
Mamostetiya li þanoya li Licê
Navê min Aram Taþtekîn e. Ez li navçeya Amedê li Farqînê hatime dinê. Heta 15 saliya xwe li Farqînê bûm piþt re me bar kir Amedê. Eleqeya min ya þanoyê li Amedê dest pê kir. Di Konservatuarê Cegerxwînê de min beþa þanoyê xwend û piþt re min dest bi lîstikvaniya þanoyê kir. Di heman demê de min mamostetiya þanoyê jî dikir, hem bi zarokan re hem bi ciwanan re. Di sala 2016’an de ez çûm Þaredariya Licê, wekî mamosteyê þanoyê li wir salekî xebitim, piþt re îhraç bûm. 2015’an de min belgefîlmekî amade dikir li ser þerê li navçeya Sûrê. Di dema kêþanê de ez hatim binçavkirin. Piþt re doz vebû... Piþt re… Piþt re… Û min mêze kir ku rewþ nebaþ e û wiha dixuye ku demekî dirêj ezê di girtîgehê de bimînin, min biryara derketinê da û di sala 2017’an de ez hatim Fransayê. Ez niha li vir penaber im ,statuya penaberî dane min.
Ez dema hatim vir min hemû bîranînên xwe li vir dinivîsandin. Yên ku li welat qewimî bûn, yên ku li vir qewimî bûn, yên ku tiþtên bi min ecêb dihatin hemû tiþt min dinivîsandin. Wexta min serî li penaberiyê da ez di rêzê de dimam, rojê 12, 13 saet di rêzê de dimam. Min di rêzê de ciwan nas dikirin û min hemû çîroka wan jî dinivîsand. Min dixwest ku tiþtekî bi van çîrokan çêbikim, her çiqas rengên me, zimanê me cuda be jî em li vir hêmû yek bûn. Min dest bi nivîsandina þanonameya xwe di wan rojan de kiribû.
Çîroka min yanî çîroka þanoya min xewn bû. Min sê heyvan her roj heman xewn dît. Di xewna xwe de, ez li Kurdistanê bûm. Ez bi bisqilêtê diçûm nav rezan. Di zarokatiya xwe de jî wiha bû. Xewna min di nav xewnê de xera dibû. Piþt re min got jiyana rastî kîjan e jiyana xewnan kîjan e. Di xewn de laþê min li Fransayê bû lê mêjiyê min li Kurdistanê bû. Gava min dest bi nivîsandina lîstika xwe kir dîsa min heman xewn dit û îja heta nav rêzên me diçûm lê tiþtekî eceb hebû ku bisqilêt bisqileta Þaredariya Parîsê bû. Navê lîstika min, "World is a Bleu" bû. Navê koma muzîkê jî "Kristoff K. Roll" ku em bi hev re xebitîn. Formata lîstikê bi vî awayî derbas dibe. Piçekî xewn e piçekî rastî ye. Çarçewoya lîstikê ya min bû, biranînên min bû, lê min çîrokên din jî lê zêde kirin. Ciwanek hebû ji Sûdanê bi bisqilêtê hatibû heta vir. Di dawiya her hevoka xwe da digot "c’est tout " yanî “hemû ev e”. Digot, ez bi bisqilêtê hatime Fransayê "c’est tout " "c’est tout " . Malbata min nizane ez li vir im "c’est tout ". Yek hebû ji Sûrî hatibû. Hemû hevokên wî "Apres" re dest pê dikir yanî “piþt re”. "Apres", DAIS ez hatim Hatayê, "Apres" ez hatim Îzmîr, "Apres" hatim xapandin. "Apres"perên min dizîn. Çîrokên bi vî rengî hene tê de.
Gelo ev çîrok rastî ye,yan xeyal e?
Lîstika min wekî salona mahkemê bû. Temaþevan di cihê jûriyê de rûniþtibû, li kêleka min parêzerên min hebûn. Min dest bi çîroka xwe û qala xwe dikir. Min dixwest vê bibejim; ez pir girêdayî welatê xwe me. Belê rewþa vir zor e, zehmet e lê ez bi hunera xwe li Kurdistanê li ser piya bûm û ezê li vir jî bi hunera xwe li ser piya bim.
Tiþtên ku bala min kêþa temaþevanên min polîtik bûn. Carina xemgîn dibûn, dikeniyan, ecebmayî diman... Gava lîstik diqediya hemû ji min dipirsîn, gelo ev çîrok rast e yan na? Min digot belê ev çîrok jiyana min e.
Li vir li her þaredariyê sahneya þanoyê û konservatuarek heye. Jixwe her tim dibêjin, ji bo her kesî þano. Ez niha li vir zaningêhê dixwînim. Beþa þanoyê dixwînim. Bi rastî jî perwerdehiya ku min li Konservatuara Cegerxwîn dîtibû pir bi kêrî min hat û ji min re rê vekir û niha jî ez di vê rêyê de dimeþim. Bi rastî jî Konservatuara Cegerxwîn bandorek mezin li ser min çêkiriye. Lîstika ku niha ez li vir dilîzim bi xêra perwerdehiya li Cegerxwîn û koma me ya Teatra Yekta Hêvî bû. Teatra Yekta Hêvî rihekî amator e lê di heman dêmê de jî bi hêstekî profesyonel tevdigeriya. Ez silavê xwe ji hemû hevalên xwe re diþînim. Ez wan diþopînim. Xebatên pir pîroz dikin, ez wan pîroz dikim. Koma me komekî bi serê xwe bû. Li ser piyê xwe disekinî û hîn jî wiha ye. Bi rastî her lîstikek ku me dilîst rêyekî mezin li peþiya min vekir. Ji tiþtên biçûk bi tiþtên ji rêzê me tiþtên gelekî xweþ derdixistin. Lîstika me ya bi navê “Mars”, “Wenda”, “Yên Xwedê Ji Wan Stendî” ji wan bûn. Rihekî amator bû lê cidiyeteke profesyonel bû. Teatra Yekta Hevî rengekî ye ez hêvidar im heta hatayê jî wê berdewam bike. Di dîroka þanoya kurdî de cih û rengê wê jî dê cuda be.
Projeyên min
Kurdistan axêkî hîn nehatiye keþifkirin e. Çîrok pir in. Em pir dewlemend in. Mesela ez çîroka ku li vir dilîzim heke ez li Kurdistanê bilîzim ez ê temaþevanan nebînim, ez vê yekê baþ dizanim. Lê çîroka me li vir pir balê dikþîne ji ber ku jiyanek wisa li vir tune ye. Ez niha serê xwe li ser çîrokbejiyê diêþinim. Di demeke nêz de lîstika min a duyemîn derdikeve. Di vê çîrokê de jî mijar dîsa Kurdistan û Fransa ye. Formata çîrokbêjî bî kar tînim. Þaredariya Parîsê produksiyona lîstika min dike. Hemû mafên min jî didin min û bangî çêkerên(produktor) mezin dikin. Heke çêker þanoya te biecibînin tên þanoya te distînin û belav dikin.
Min ji bo masterê serî lê da û hat qebûl kirin. Mijara min “di dengbêjî de têkiliya dengbêj bi lehengên çîrokê û bi temaþevanan re çi ye” Ez ê li vir li ser dengbêjan bixebitim ji ber ku koka me ji wir tê. Bi rastî jî bîrekî tije zêr e. Mamosteyên min dengbêj in, rotaya min dengbêj in. Ji ber ku di denbêjî da îmajînasyonek e mûazzam heye. Gava dengbêj çîrokêke dibêje tu çavê xwe bigrî tu filmê wî temaþê dikî. Tu dibêjî qey dramaturjiya wê ji berê de hatiye çêkirin dema em li çîrokên Çêxov dinêrin çiqas rastiya jiyanê ye, bi ya min îro ku çîrokên ku dengbêj qal dikin û tiþtekî ku Çêxov qal dike heman tiþt in.
Þanoya vir û ya wir
Li vir þanoya modern heye. Jiyanekî din e. Feylosofî, xeyal, sînema, þano, muzîk hemû tiþt li nav hev ketiye. Gava ez li vir li þanoyê temaþe dikim devê min vekirî dimîne. Li ser sehnê her tiþt heye, sînema, sergî, þer, þanoya klasîk, muzîk, dans elementên medyatîk... Carinan ez dibêjim gelo ev þano be, tiþtên ku me dikir çi bûn? Tiþtên ku me dikir jî rengekî din bûn, astekî din bûn, hestek din bûn
Bursê digirim, diþebitim, dersa kurdî didim
Heke mirov kokê xwe nizanibe mirov winda dibe. Di hîþê min da pênc sal þûn zelal e, tabî jiyan çi dide pêþiya me ez nizanim. Lê ku derfetên min destûr bidin ez dixwazim li vir heta doktorayê biçim. Bi rastî jî bi her awayî ve jiyan li vir pir zor e. Mala min 18 metrekare ye, ez 800 Euro kîrê didim û 120 Euro jî vergî didim, ji ber ku ez li Parîsê dijîm. Ez hem lîstikvanî dikim, hem burs distînim û bi þev jî li restoranek dixebitim heftê sê rojan heta nîvê þevê û di heman demê de jî dersa kurdî didim kesên fransî. Hey ku me meseleya ziman vekir ez dixwazim çend tiþan bêjim. Fransî zimanekî pir zor e lê bi rastî jî ez bi þev û bi roj dixebitîm ji bo ku hîn bibim di salekî de hatim asta ku tez binivîsim þano bilîzim û dersa kurdî bi zimanê fransî bidim. Min bi çar destan bi zimanê kurdî girtiye ji ber ku ew cewhera min e. Hemû hevalên min yên fransî her roj ji min hînê kurdî dibin, min demek berê ferq kir ku min silav daye kî çend hevok kurdî ji min hîn bûye. Belê jiyan li vir wisa ye, her roj berxwedan lazim e nexwe têkçûn ne dûr e.
Ez ê rojekî vegerim Kurdistanê, heke rewþa Kurdistanê sibê jî baþ bibe ez ê sibê vegerim. Di dilê min de heye ku ez rojekî vegerim û ez bibim derhênerê Þanoya Bajarê Mezin ya Amedê. Niyeta min ev e, xeyala min ev e û bi rastî ez pir dûr jî nabînim. Her dar li ser axa xwe þîn dibe, ez ê jî rojêkî vegerim li ser axa xwe û ji nû ve þîn bibim.
Penaberî tiþtekî eceb e, tu berî her tiþtî carina bêrihay bêhna welatê xwe dikî, bêriya çaya Roj Cafe dikî, þareba Xanê Sulukluyê dikî… Penaberî tiþtekî wisa ye ku tu kesek nin î, tu gelek kes î.
Kurdistan baxçê gulan e û min pir bêriya baxçê gulan kiriye...
***
Nivîsên Recep Îçen ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Þanoger û pêþmergeyekî: Teyar GERMAVÎ
- Çend gotin li ser lîstika “Xwezginî”
- Ji Akademiyê Re Raporek
- "Commedia Dell’Arte ya Kurdî" Tartuffe