Da Vinci hat bibîranîn
Diyarname
Ji bo 500'emîn salvegera mirina mucîd û hunermendê navdar ê îtalî Leonardo da Vinci merasimek hat li dar xistin. Serokomarên Îtalya û Fransayê beþdarî merasimê bûn.
Leonardo da Vinci di 2'yê gulana 1519'an de li navçeya Amboise ya Fransayê mir. 2'yê gulanê merasima li dar xistina wî jî li vê navçeyê li dar ket. Serokomarê Îtalyayê Sergio Mattarella û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û gelek kesên din beþdarî merasima bibîranên bûn.
Macron û Mattarella çûn ser gora wî ew bibîr anîn. Di merasimê de endazyarê îtalî Renzo Piano û astronotê fransiz Thomas Pesquet li vê derê atolyeyek li dar xistin.
Çîroka tabloya Mona Lîsa
Leonardo da Vinci di 15'ê avrêla 1452'yan de li Anchiano ya Îtalyayê hatiye dinê. Berhema wî ya herî navdar tabloya Mona Lisa ye. Ev tabloya ku nila li Muzeya Louvre ya li Parisa Fransayê ye salê 10 mîlyon kes diçin serdana wê. Tê texmînkiri ku ev tablo di navbera salên 1503-1506'an de çêkiriye û temam kiriye. Vinci di tabloyê de Lisa del Giocondo ya ji Floransayê çêkiriye. Di ala 1516'an de Qralê Fransayê François ê 1'emîn wî vedixwîne Amboiseyê. Leonardo da Vinci ligel gelek tablo û pêþnûmayên ku hê li ser dixebite diçe wir. Tabloya Mona Lisa jî pêre ye. Qral vê tabloya Mona Lisa bi 4 hezar zêrên polik dikire. Ji ber vê yekê tabloya Mona Lîsa wekî malê Fransayê tê qebûlkirin û wê di Muzeya Louvreyê bi cih dikin. Ji aliyê hiqûqî ve Îtalya nikare daxwaza tabloyê bike lê heta îro di têkiliyên navbera her du welatan de ev mijar hatiye rojevê. Di sala 1911'an de tablo ji Muzeya Louvre hat dizîn û du sal paþê li Îtalyayê hat dîtin. Hemwelatiyê Îtalyayê Vincenzo Peruggia ev tablo dizî bû û li Floransayê dikir bifroþe. Dema hat qufaltin xwe wisa parastibû: "Ji bo vê tabloyê vegerînim Îtalyayê min dizî." Leonardo da Vinci bi Mona Lisa navdar e lê ji bilî wê gelek tabloyên wî yên din jî hene. Her wiha di hinan de xêzên ku wekî erebe û amûrên leþkerî ne hene.