Angelopoulos, mij û kurd
Mistefa Dogan
“Yekem tiþta ku Xwedê afirandiye rêwîtî ye.”
Ev sehneya di fîlmê “Awira Ûlîs” de þîfreyeke mezin dide me ji bo têgihîþtina cîhana sînemaya Theodoros Angelopoulos.
Jiyana wî, bi xwe rêwîtiyeke dirêj e. Li Atînayê di sala 1945’an de dest pê dike. Kêfa wî ji hiqûqê re nayê û ji bo mekteba sînemayê bixwîne berê xwe dide Parîsê. Di tevliheviya siyasî ya Ewropayê de, ew û dostê wî Ken Loach dibin çepgirên “rind.” Gelek sal bi þûn de di roportajeke de wiha dibêje: Loach hê jî ji çepê bawer e. Yê min ez hê jî çepgir im lê baweriya min jê nemaye.” (1)
Heyama ewil a sînemaya Angelopoulos piranî li dor rewþa Ewropayê û texrîbata rihî ya li ser însanan e. Di sînemaya wî de pêvajoya tarîxî ya Ewropa û dinyayê, her tim bi awayên balkêþ xwe nîþan didin. Li ser meseleyê di destpêka fîlmê “Mêrga Digirî” de komeke penaberên yewnanî yên ku ji ber tevliheviya Þoreþa Bolþevîkan a 1917’an koçber bûne, wisa dibêjin: “Ha me dît dûmanek rabû jor û bajarê me ji ber çavên me winda bû.” Her wiha dîsa di fîlmê “Awira Ûlîs” de, peykerê Stalîn bi keþtiyê ji welatê balkanan tê barkirin ku ev jî nîþaneya têkçûyîna Sovyetan e.
Helbet gava qala sînematogafiya Angelopoulos bê kirin mirov divê qala “kêlî”yan bike. Ji bo derhênerekî din, ew qismên ku “divê di montajê de bên avêtin”, ji bo wî belkî bingeha fîlman e. Bi sekansên yekplanî, di fîlmên wî de gelek caran em resîtalên kêliyan dibînin ku mirov hîç aciz nakin.
Ji bo Angelopoulos yek ji hêmana din a muhîm jî “Mij” e. Di fîlmên wî de tu tiþt bi temamî ne zelal in. Car caran rastiyên fîzîkî ji niþke ve vediguherin ser rêwîtiya hundirîn a lehengan. Wekî fîlmê “Bêdawîtî û rojek” ku li Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn girtibû. Sembola mijê bi awayekî manewî jî heta qirikê tê hîskirin. Jiyana wan zarokan ên li welatê balkanan ên ku siberoja wan nediyar, “kêlî bi kêlî” diherike.
Hemin ku gotin hat ser fîlmî, em wê muzîka bêhempa ya fîlmî deynim vir. Eleni Karaindrouyê çêkiriye.(2)
Wekî me got; di fîlmên Angelopoulos de tu tiþt tu carî bi temamî ne zelal e. Exleb jî fîlmên wî yên heyama wî ya dawî. Gava em dêhna xwe didin, em dibînin ku ji fîlmê “Gava Leglegê ya Derengmayî” û pê ve rêwîtiya xwe “li ser sînoran” didomîne. Êdî ne tenê penaber û mihacirên Balkanan, koçberên welatê “dûr” jî dibin rêhevalê Angelopulos. Kurd, tirk û erebên di riyên penaberiyê de…
Ew her tim li ser sînoran e. Çi coxrafî çi rihî. Lê ji ber “mij”ê, mirov xetên wan sînoran tu carî nabîne. Sînorên welatan, sînorên mirin û jiyanê… Ew di roportajeke xwe de dibêje “Bêdawîtî û rojek” nîqaþek e li ser sînorê mirin û jiyanê” (3)
Kurdên ku ew hevoka ewil a vê nivîsê baþ dizanin, di fîlmên Angelopoulos de çend caran bi “hawar”ên xwe derdikevin pêþ me. Di fîlmê “Awirê Ûlîs" de wexta ku leheng li bajarokê fîlmkêþên ewil ên yewnan digere, hin deng û zêmar olan olan didin. Gava ku mirov baþ bala xwe bidê wê fêm bike ku kilama di wir de “Hesenê Mala Mûsa” ye ku jinek distrê. Ev ger, gereke xeyalî ye di mêjiyê qehremên de lê di nav wê geremolê de, bihîstina zêmareke kurmancî helbet têra xwe balkêþ e. Wekî ronahiyeke ku di nav “mij”ê de biçirise û ji niþke ve dîsa winda bibe. Lê gelo ew jina ku dibêje kî ye? Qeydeke kevn e? An ji bo fîlm bi taybet3i hatiye vegotin.
Kurd herî zêde di fîlmê wî “Gava Leglegê ya Derengmayî” de, ji nav “mij”ê hinekî xuyatir dibin. Di wir de kurdek qala serpêhatiya xwe dike û diyar dike ku ew ji ber çekên kîmyewî yên rejîma BEAS reviyane û xwe spartina van deveran. Rûyê zilêm naxuye, tenê dengê wî yê kurdî tê guhê me. Dîsa di wî fîlmî de temaþevan ewilî dengê zêmareke kurdî dibihîzin, gava kamera diherike dibînin ku zilamekî li ser vîncek hatiye daliqandin û bi kindir hatiye fetisandin. Ji egala wî em fêm dikin ku mêrik kurd e û dîsa hawarên kurdî bilind dibin jor.
Lê gelo ev nasîn an jî nêzîkatiya kurdan ji ku tê. Em dizanin ku wekî gelek derhêneran, Angelopoulos jî heyranê Yýlmaz Guney bû. Lê gelo têkiliyek an hevaltiyek di navbera wan de hebû? Haya me ji vê tune ye. Her wiha ew dengên ku tên guhên me bi kurmancî ne û ji devokên wan em têdigihên ku ew kurdên Bakur in. Gelo têkiliya wî û kîjan kurdên bakurî re hebû? Lê heta niha xisûsî li ser kurdan gotineke wî tune ye an jî kesî qet jê ev pirs nekiriye.
Bi hêviya ku rojekê em derfetê bibînin û karibin vê mijê hinekî belav bikin.
1- https://www.youtube.com/watch?v=VRWx8hrsu48
2- https://www.youtube.com/watch?v=qfG9AdaR8yY
3- http://gazetekarinca.com/2018/04/yonetmen-theo-angelopoulos-ile-sonsuzluk-ve-bir-gun-uzerine/