Ev e jina herî delal a dinyayê ya 2019'an
Diyarname
Lîstikvan Jennifer Garner wekî "Jina Herî Delal a Dinyayê" hat hilbijartin lê wê bi xwe jî bawer nekir.
Kovara People her sal jina herî delal a dinyayê hildibijêre. Kovarê ji bo sala 2019'an Jennifer Garner hilbijart. Lîstikvana 47 salî dema beþdarî bernameya showê ya bi navê The Ellen DeGeneres bû hay ji meseleyê Bû û li ser vê got: "Wekî we, min jî texmîn dikir ku dê Kaia Gerber bê hilbijartin lê wan ez hilbijartin. Ev tiþtek ecêb e."
Lîstikvan Garner di berga kovarê ya hejmara taybet de cih girt. Lîstivana navdar di hevpeyvînê de wisa got: "Ez ji dêvla li neynikê binêrim ez dinêrim ku ez dikarim çi bidim dinyayê. Her ku ez li ser vê difikirim ez zêdetir xwe dilþad hîs dikim."
Garner ji mêrê xwe Ben Affleck veqetiyabû. Bi navê Violet (13), Seraphina (10) û Samuel (7) 3 zarokên wê hene.
Ew ligel lîstikvanê bi xebata ji bo alîkariya zarokan ku di nav Tevgera Save The Children de dike tê nasîn.
Jennifer Garner di rêzefîlmê bi navê "Alias" de rola Sydney Bristow de lîstibû û bi vê Xelata Globa Zêrîn û ji Komeleya Hunermendên Perdeya Spî jî Xelata Lîstikvana Herî Serketî girtibû. Bi van xelatan ew zêdetir navdartir bûbû.
Kovara People par stranbêj Pink wekî "Jina Herî Delal a Dinyayê" hilbijartinê û di salên barî de jinên wekî Angelina Jolie, Jennifer Aniston, Kate Hudson û Lupita Nyong'o jî hatibûn hilbijartin.
***
REKLAM
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîþan:
Yýldýztabya Alibeyköy Cad.No: 156
Alibeyköy Eyüp-Ýstanbul, Telefon: 0212 -6266455