Navê Ugur Kaymaz dîsa li parkê kirin
Ahmet Kanbal / MA / MÊRDÎN
Kayûmê Þaredariya Dêrikê navê Ugur Kaymaz ji parkê biribû, Rêveberiya HDP’ê ya dîsa hat ser kar navê Ugur Kaymaz li parkê kir.
Þaredariya Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di sala 2006’an de navê Ugur Kaymaz ê bi bavê xwe re li Qosera Mêrdînê bi 13 guleyan hatibû kuþtin li parkê kiribû. Piþtî kayûm tayînî Þaredariya Dêrikê kirin, navê Kaymaz jê hat birin. Kayûm navê Sultan Kosen ê ji Dêrikê ku mirovê herî dirêj ê dinyayê ye li parkê kiribû. Piþtî hilbijartinê rêveberiya HDP’ê ku hat ser kar, ji nû ve navê Ugur Kaymaz li parkê kir. Tevî redkirina dengên endamên meclisa þaradariyê yên AKP’î jî bi dengên endamên meclisa HDP’ê biryar bi ser ket û nav hat guhertin. Di rojên pêþ me de dê tabelaya “Parka Jiyanê ya Ugur Kaymaz” li parkê were daliqandin.
Hevþaredar Mulkiye Esmez û Mehmet Þerîf Kiran ji bo ajansa me axivîn. Hevþaredaran diyar kir ku di serdema qeyûm de navê nirxê gelê kurd Ugur Kaymaz jî para xwe girtiye û gotin: “Me li ser daxwaza gelê xwe dîsa navê parkê kir Ugur Kaymaz. Em bi vê yekê dixwazin ku talangeriya kayûman ji holê rakin. Armanca me ne ew e ku em li dijî navê Sultan Kose ne. Helbet Sultan nirxek gelê Dêrikê ye. Armanca me ew e ku em rûxandina qeyûman ji holê rabikin. Dema cih were em ê navê wî jî li cihekî bikin. Lê navê ewil ê Ugur Kaymaz mafê sereke ye li cihek were daliqandin. Em ê xwedî li nirxên gel derkevin.”