HDP'ê Roja Rojnamegeriya Kurdan pîroz kir
ENQERE
HDP'ê ji bo 121'emîn Roja Rojnamegeriya Kurdan peyamekêpîrozbahiyê weþand.
Cigirê Hevserokê Giþtî û Berpirsyarê Çapemeniyê yê HDP'ê Azad Bariþ di peyama bi sernavê "121 saliya Rojnamegeriya Kurdî li kedkarên çapemeniyê pîroz be!" de wisa got: "121 sal berê ji aliyê Mîqdad Mîdhed Bedirxan ve 22’ê Avrêla 1898’an li Qahîreya paytexta Misrê, rojnameya Kurdistanê dest bi weþana xwe û xebatên çapemeniyê kurdî kir. Ji ber zextên dewleta Osmanî, rojnameya Kurdistanê li Cenêw, Qahîre û Londonê hat weþandin, xebatên rojnamegeriyê li sirgûnê zîl da. Di rêwîtiya 121 salan de, damezrandina dojnameya Kurdistanê îro jî ji bo rojnamegeriya kurdî wekî mîladê tê qebûlkirin û ev roj wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin."
Di peyamê de hat gotin ku ligel ku di ser re ew qas sal derbas bûn jî, xebatên rojnamegeriyê û neqlkirina zanyarî û heqîqetê her û her rastî qedexe û zextên rejîman hatin. Di salên reþ û tarî yên 90’an de, gelek rojnameger, kedkar û xemxwerên kurdî hatin qetilkirin û di zindanan de hatin cezakirin. Gelek kes hatin binçavkirin û windakirin. Lê rojnamegerên kurd li ber zext û zorê, li ber kuþtin, girtin û destgîrkirinê tu carî serî netewandin û ronahiyê heqîqetê her û her geþ kirin. Rojnamgerên kurd, ligel zext û zor û qedexeyan tim û tim bûn neynika rastiya gelê xwe. Di serboriya miþt têkoþîn û miþt berxwedan de, îro jî alaya rojnamegeriya kurdî li erdê neketiye.
Di peyamê de qala zordariya li ser rojname, kovar, çapxane, ajansên nûçeyan, kanalên TV’yê hat kirin û di dawiyê de wisa hat gotin: "121 saliya rojnamegeriya kurdî û damezrandina rojnameya Kurdistanê li kedkarên çapemeniya kurdî û li þopdarên heqîqetê pîroz be. Em ji Mîqdad Mîdhed Bedirxan heta Apê Mûsa, hemû þehîdên çapemeniya kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin."