110 hezar kesî li fîlman temaþe kir
Diyarname
38’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê bi coþ derbas bû û ji bo salek din xatir xwest. Bi giþtî îsal 110 hezar kes çûn li fîlman temaþe kirin.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ku ji aliyê ÎKSV (Weqfa Çand Hunerê ya Stenbolê) ve tê organîzekirin îsal di navbera 5-16’ê mehê de li dar ket. Di 13 rojan de li 8 salonên sînemayê, di 469 seansan de fîlm hatin nîþandayîn. Ji 45 welatan 175 fîlmên metrajdirêj, 11 kurtefîlm hatin nîþandayîn. Ji bilî nîþandayîna fîlman 6 sohbetên festîvalê, bîranînek, konserek taybet a festîvalê, pêþangehek û gelek çalakiyên din li dar ket.
Di dema nîþandayîna fîlman de di 89 fîlman de amadekar û derhênerên fîlman jî amade bûn û piþtî nîþandayînê gotûbêj li dar xistin.
Ji ber eleqeyê hin fîlm di seansên zêdek de bi taybetî hatin nîþandayîn. Di temamê festîvalê de 110 hezar sînemahez çûn salonan û li fîlman temaþe kirin.
Di merasima dawî ya festîvalê de berhem û kesên bi ser ketin xelatên xwe girtin. Di 52 kategoriyan de pêþbazî hebû. Xelata Laleya Zêrîn a Navneteweyî fîlmê "Bolsae / House of Hummingbird" (Derhêner Bora Kim) girt. Xelata Taybet a Juriyê jî dan “Talking About Trees” (Derhêner Suhaib Gasmelbari). Di beþa Laleya Zêrîn a Neteweyî de “Kiz Kardeþler” (Derhêner Emin Alper) bi ser ket.
39’emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê dê meha avrêla 2020’an de li dar bikeve.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Di Festîvala Fîlman a Stenbolê de "Kiz Kardeþler" bi ser ket
- Li Stenbolê dem dema fîlman e, festîvalê dest pê kir
- Di festîvalê de belgefîlmên ji Tirkiyeyê
- Fîlmên 'Di sînemayê de pêþbaziya mafên mirovan'
- Þahiya fîlman tê: Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê hat eþkere kirin
- Xelatgirên Berlînê tên Stenbolê
- '10 Jin' bi awayê restorekirî tê nîþandayîn
- Fîlmên Kubrick li Stenbolê dê bêne nîþandayîn
- Festîvala Stenbolê Xelatgirên Sînemayê eþkere kirin
- Serîlêdanên ji bo Festîvala Stenbolê dest pê kirin