Dinya li ber ket: Katedrala dîrokî diþewite!
Diyarname
Li paytexta Fransa Parîsê Katedrala Notre Dame ku 850 sal in li ser piyan e bi ber þewatê ket. Îtfaîye dike ku agir vemirîne.
Saet li gor 18.30 agir bi katedral ket. Tê gotin ku di dema tamîrkirin û baþkirina katedralê de þewat derketiye. Agir li serbaniya katedralê derket û paþê hem serbanî û dûre kûleya katedral hilweþiya.
Li dor katedral ewlehî hat girtin, polîsan rê girt, îtfaiye jî ket nava hewldanê ku agir vemirînin.
Her wiha Wezareta Karên Hundir a Fransayê got ku di þewatê de kes meriiye.
Macron civîn betal kir
Serokomarê Fransayê Emanuel Macron dê êvarê di kanalên televîzyonê de biaxiviya lê axaftina xwe betal kir. Macron ji ser tora civakî re ev peyam belav kir: "Notre Dame di nav agir de ye. Hemû welat xemgîn e. Ez ligel hemû fransiz û cîhana Katolîg im. Wekî hemû hemwelatiyên me ez jî xemgîn im ku parçeyek me diþewite."
Trump: Tiþtek xemgîn e
Serokdewletê DYA'yê Donald Trump ji ser tora civakî re ev peyam belav kir: "Tiþtek xemgîn e ku mirov li þewitîna Katedrala Notre Dame temaþe bike."
Dîroka Notre Dame
Katedrala Notre Dame di sala 1163'yan de hatiye çêkirin. 128 metre dirêjiya wê heye. Katedral li dinyayê navdar e. Navê Dayika Meryem lêkirine. Ji ber navdariya xwe her sal 13 mîlyon tûrîst tên serdana wê.