Tiþtên wisa jî dibin: Giravekî kirî, ampul dizîn!
Diyarname
Ev çîrokek balkêþ e: Bifikirin ku gelek pereyêr we hene, hûn bi van pereyan giravekê dikirin, lê di heman demê de hûn ji marketek ampûlan didizin...
Na, ne derew e, em qala çîroka kesekî bi navê Andrew Lippi dikin. Ew li Frolîdaya DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) dijî.
Wî Girava Thompson ku 4.9 donim e ji Erward B. Knight bi 8 mîlyon dolarî kirîbû. Her wiha li herêma Key West a Florîdayê malîkaneyek wî heye. Malîkayê wî di malperên kirêkirinê de roja wê bi 1800 dolar e. Û niha ev zilamê ew qas dewlemend bi diziyê hat tawanbarkirin.
Polîsên Florîda ragihandin ku Lippi hin tiþtên di nav de makîneyê qehweyê, 8 heb ampûl û laçikên ser nivînan radixin ku bi buhaya 300 dolarî ne dizî ne. Lippi di navbera 30 adar-4'ê avdarê de hin tiþt bi tiþtên hê erzantirin re guhartine lê di nav qutiyên bi paþ ve dane de tiþtên din hatine dîtin, wekî makîneyê qehweyê, goga basketê.
Lippi gotiye ku wî nedizîne lê ji ber "nelihevkirineke bazirganî" ev çêbûye. Andrew Lippi pêþî bi sûcê diziyê hat tewqîfkirin paþê heta daniþîna dozek din hat berdan. Ew dê 18'ê vê mehê derkeve pêþberî dadger.