Hilbijartineke din: 900 mîlyon kes dê deng bidin
Diyarname
Vê hefteyê hilbijartineke din dest pê dike: Tam 900 mîlyon kes dê dengên xwe bikar bînin û di 39 rojan de dengdan dê temam bibe.
Em qala Hindistanê dikin. Li Hindistanê hejmara hilbijêran 900 mîlyon e. Hilbijartina ji bo parlemenê roja 11'ê vê mehê dest pê dike û heta 39 rojan dê bidome. Yanê roja 23'yê gulanê dê dest bi jimartina dengban bê kirin.
Li Hindistanê 22 zimanên cuda, bi sedan zaravayên cur bi cur hene. Ew der bi eyaletan tê bi rê ve birin û hilbijartin jî li gor vê yekê parçe parçe hatiye sazkirin. Li gundan bi awayê elektronîk dengdan çênabe loma li wir zêdetir ewlehî hatiye sazkirin.
Hilbijêr dê herin cem 800 hezar heb sindoqî û dê deng bidin. Yên ketibin 18 saliya xwe dikarin deng bidin. Ji bo sindoqan 11 mîlyon kes hatine peywirdarkirin. Her kes bi qasî 2 kîlometre dûrî mala xwe dê deng bide. Hat gotin ku hilbijartina wir dê bi 7 mîlyar dolarî bibe mal.
Li Hindistanê 545 endamên parlemena ku navê "Lok Sabha" lê kirine hene. Di hilbijartina 2014'an de partiya rastgir Partiya Gel a Hindistanê 282 kursî bi dest xistin û bû yekemîn. Serokê wê Narendra Modî bû serokwezîrê welat. Di vê hilbijartinê de reqîbê Modi yê mezin partiya çepgir, Kongreya Neteweyî ya Hindistanê ye ku serokê wê Rahul Gandi ye.
Li Hindistanê rêjeya betaliyê sedî 6.1 e ku ev jimara herî bilind a 45 salên dawî ye. Partiya ku bibe yekemîn dê pêþî li ser vê bisekine.