'Dilop'ê bi hejmarek nû salek li dû xwe hiþt
Diyarname
Kovara Dilopê hejmareke nû derxist. Bi vê re kovarê salek li dû xwe hiþt û ket sala diduyan.
Kovara Dilopê hejmara xwe ya 7'emîn ya meha adar û avrêl derxist. Di vê hejmarê de li ser "pirsgirêka kurd, veguherîna çînî û siyaset" gotûbêjek dirêj hatiye kirin ku ev yek wekî dosya hatine weþandin. Yuksel Genç, Cuma Çîçek, Yusuf Karataþ axivîne.
Ev kovara ku rastî hejmara adarê tê, li ser Newrozê nivîs hatine nivîsîn. Vedat Îlbey û Mehmet Saîd Aydin li ser Newrozê nivîsandine.
Rober Koptaþ, Mehmet Fatih Uslu, Sevan Degirmenciyan ku par li Amedê di panelê de li ser ermeriyan axivîbûn, ev axaftina wan hatiye deþîfrekirin û weþandin. Di nivîsê de li ser wêjeya ermeniyan û þikênandina 1915'an hatiye sekinîn.
Kurtedemek berê Egîdê Cimo wefat kir. Rojnameger Salihê Kevirbirî "Ji bo bîranîna mîrê mey û bilûrê, Hevdîtina Karapet û Cimê" nivîsa xwe weþandiye. Zeyneb Yaþ jî bi navê "Dayîkî Cemal" portreya Dayîka Cemal amade kiriye û weþandiye. Dayika Cemal ku di sala 1908'an de li Silêmanî hatiye dinê û 1979'an de wefat kiriye, ked daye muzîka kurdî, plak amade kirine. Yaþ serboriya vê muzîkarê pêþkêþî xwendevanan kiriye.
Reþo Ronahî li ser "Danû" nivîsa xwe pêþkêþ kiriye. Ji hevpeyvînan Mîna Jor ligel nivîskar Firat Cewerî hevpeyvînek kiriye.
Di beþa "Teyr û Tilûr" de vê hejmarê Quling hatiye nasandin; di beþa "Gotina Fotograf" de jî fotografekî Enver Ozkahraman ê salên 1980'yan hatiye weþandin û agahî li ser hatiye dayîn.
Cuma Karakuþ, Bariþ Avþar, Îbrahîm Karaca, Bulent Gedîk, Îlhamî Sîdar, Bahar Gultekîn, Mehmet Oncu, Pervîn Çakar, Pazar Îsmaîl, Mehmet Bayrak, Zafer Yoruk, Þeyhmus Dîken bi nivîsên xwe di vê hejmarê de cih girtiye. Her wiha helbestên helbestvanên wekî Gulîzer, Eyþana Beravî, Pertew Begê Hekarî, Çorê Arda. Maya Angelou (werger Hazar Îsmaîl) hatine weþandin.
Ji bo têkilî:
dilopodergisi@gmail.com, 0543 488 69 96
***
REKLAM:
Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin...