Li Kerkûkê krîza perwerdehiya bi kurdî
Kerkûk
Li Kerkûkê xwendina zimanê kurdî ji bela gelek pirsgirêkan di rewþeke ne baþ de ye. Ji bo vê yekê mamosteyên kurdî dibêjin “Kurdî di krîzê de ye”.
Li Kerkûkê kêþeya perwerdehiya bi kurdî ne nû ye. Ev bû deh sal in, ev kêþe nehatiye çareserkirin. Jixwe piþtî bûyerên 16’ê Kewçêra (Cotmeha) 2017’an û þûnde jî pirsgirêk hîn zêdetir bûn.
Li Kerkûkê 500 dibistanên girêdayî Rêveberiya Xwendina Kurdî hene. Lê piraniya van dibistanan kevn in, û di salên 1970-1980’an de hatine avakirin. Zêdetirî 105 hezar xwendekar li beþên zimanê kurdî de li parêzgeha Kerkûkê dixwînin. 7 hezar xwendekar û karmend jî erkdar in. Mamoste û xwendekarên zimanê kurdî rexne li wê yekê dikin ku wekî xwendina ser bi Wezareta Perwerdê ya Iraqê giringî bi wan nehatiye dayîn.
Ji xwendinê qut bûn
Piþtî bûyerên 16’ê Kewçêra (Cotmeh) 2017’an ji ber koçberbûnê gelek mamoste û xwendekar ji xwendinê qut bûn. Ev yek jî metirsiyek mezin li cem dilsozên xwendina kurdî çêkir. Lê piþtre vegeriyan bajêr û car din dest bi xwendina xwe kirin. Li gorî rêveberên perwerdehiyê diyar dikin, jimara mamoste û xwendekarên ku heya niha venegeriyane Kerkûk gelek kêm in.
Dijberiya li xwendina kurdî
Yek ji mamosteyên perwerdehiya zimanê kurdî Perwîn Fatih axivî û rexne li Wezareta Perwerdê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê kir. Perwîn Fatih got: “Hikumeta Herêma Kurdistan wekî pêwîst e bi me re nabe alîkar. Di ser vê yekê re li Kerkûkê hikumeta Iraqê dijbertiyek mezin li hemberî xwendina kurdî dike.”
Di nava du hikumetan de asê mane
Sîstema xwendina kurdî li Kerkûkê bi ser Wezareta Perwerdê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ye. Lê ezmûn bi ser Iraqê ne. Der heqê vê yekê de jî Perwîn Fatih got: “Em di nava du hikumetan de asê mane. Pêwîst e, hikumeta Herêma Kurdistan rewþa xwendina kurdî li vî bajarî yekalî bike. Hikumeta Herêma Kurdistanê bi yekcarî xwe ji xwendina zimanê kurdî daye alîkî. Heya niha em beþdarî tu semîner, panêl an jî konferansek ku ji aliyê hikumetê ve ji bo pêþxistina perwerdehiyê hatibe lidarxistin nebûne.”
Li Kerkûkê xwendina kurdî di krîzekî mezin de ye
Endamê Desteya Parastina Mafê Mamostayan Karzan Mihemed jî got, li Kerkûkê xwendina kurdî di krîzekî gelek mezin de ye û wiha axivî: “Li Kerkûkê tomarkirina xwendekarên nû ji sedî 50 kêm bûne. Em dikarin bêjin ku li xwendina kurdî li Kerkûkê ber bi tunebûnê ve diçe. Sedema wê ew e ku hikumeta Herêma Kurdistanê xwe daye alîkî.”
Mamoste bi têra xwe nikarin karê xwe bikin. Ji ber ku di navbera herêmê û Bexdayê de mane û ji derfetên herêmê û Bexda bêpar in. Lewma mamoste ji erkên xwe sar bûne.
Pirsgirêkeke din îsal ji bo dibistanên kurdî derketiye. Ev jî kêmbûna pirtûkan bû. Ji ber ku ji ser sedema hebûna nuqteyên gumrika di navbera Kerkûk û Silêmanî û Hewlêr û Kerkûkê de hatin dayîn û wergirtina bacek zêde, pirtûkên Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê negihîþtin Kerkûkê û ji bo wezaretê hatin vegerandin. Lewma îsal xwendekar pirtûkên kevin bi kar tînin.”
Dev ji karên xwe bernedan
Li gel van hemû pirsgirêkan jî, Rêveberiya Xwendina Kurdî yekane rêveberiya kurdî ye ku piþtî bûyerên 16’ê Kewçêra 2017’an li Kerkûkê karên xwe berdewam dike.
Ji Rojnewsê hatiye girtin