Platforma Ziman: Zimanê Kurdî bikin fermî
AMED
Platforma Zimanê Kurdî bi rasthatina 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî da û got divê kurd weke ronahiya çavê xwe xwedî li zimanê xwe derkevin û bang li dewletê kir ku zimanê kurdî bibe fermî û saziya zimanê kurdî were damezrandin.
Pêkhateyên Platforma Zimanê Kurdî ya ji 9 partiyên kurd pêk tê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê civîna çapemeniyê li dar xistin û belavokên zimanê kurdî belav kirin. Civîn li avahiya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) a li Ofîsa Amedê ye pêk hat. Endamên Platformê, parlamenterên HDP’ê yên Amed, Êlih û Rihayê û nûnerên partiyên pêkhateyên Platformê ne beþdarî civînê bûn.
Berdevkê Platformê Þerefxan Cizîrî daxuyanî xwend. Cizîrî bi sernavê “Xwedî li zimanê xwe derkevin” daxuyanî parve kir û got: “Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû kurdan dike ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji ber ku zimanê kurdî nasnameya me ye, hebûna me ye, taca serê me ye.”
‘WEKÎ RONAHIYA ÇAVÊ XWE ZIMAN BIPARÊZ IN’
Cizîrî da zanîn ku ji bo ku ew dikaribin wek milet karibin bi serbilindî li dijî asîmîlasyonê derkevin, divê pêþî ew xwedî li zimanê xwe derkevin û wiha domand: “Weke ku tê zanîn ziman hebûna me, nasnama me, rengê me, hestên me, ramanên me, kultura me, dewlemendiya me ye. Belê gelekî diyare ku ziman ji destê me çû wê siberojê jî netewa me ji destê me here. Em ê weke milet ji nava miletan winda bibin. Heke em naxwazin bibin qatilê miletekî xwedî dîrok û ziman ê li Rojhilata Navîn, divê em beriya her tiþtî li zimanê xwe miqatebin. Weke ronahiya çavê xwe divê em ziman biparêzin, pêþiya zimanê xwe vekin û gav bi gav astengan ji holê rakin. Bi þanazî jî bi zimanê xwe bixwînin, biaxivin û binivîsînin.”
Cizîrî diyar kir ku ew di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de ji dewletê dixwazin ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê, bibe zimanê fermî û saziya zimanê krudî were damezrandin û ev yek armanca Polatforma wan e ya sereke ye.
‘EM BI HIÞMENDIYA ZIMAN TEVGERIN’
Cizîrî anî ziman ku lê beriya ku ew bigîhîjin armancên xwe yên sereke divê ew bi hiþmendiya ziman tevbigerin û wiha got: “Em dizanin ku dersa bijarte îro li dibistanên dewletê û dibistanên taybet jî mafeke bingehîn e. Divê kurd xwedî li vî mafî derkevin. Gava ku em dersa xwe ya bijarte bikin zimanê kurdî wê pêre jî hejmara maosteyên kurdî zêde bibe, pirtûkên dersa kurdî werin çapkirin. Ev jî dibe dengeyeke girîng ji bo na pêþeroja perwerdê bi zimanê dayikê. Platforma Zimanê Kurdî dxwaz dike ku dersa bijarte ne tenê li dibistana navîn lê li lîseyan jî bibe desa bijarte. Em weke Platformê dizanin ku dersa bijarte ne bes e, têr nake lê em dersa bijarte dîsa weke mafekî erênî dinirxînin.”
TEVÎ ASTENGIYA POLÎSAN JÎ BELAVOK BELAV KIRIN
Piþtî civîna çapemeniyê parlamenter û endamên Platformê, Namzetên Hevþaredariya HDP’ê yên Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Selçûk Mizrakli jî di nav de ku êlekên zimanê kurdî li xwe kirin, xwestin li Semta Ofîsê belavokên zimanê kurdî bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên “Zimanê me hebûna me ye, Bi kurdî bifikirie, biaxive, bixwîne û binivîsîne” belav bikin. Lê polîs bûn asteng û demek nîqaþ derket. Tevî hemû astengiyên polîsan jî li ber Plaza AZC’ê û Kolana Hunerê yên li Ofîsê belavok li welatiyan û esnafan belav kirin. Hêjayî bi bîr xistinê ye ku mirov dikare bêje ku belavokên zimanê kurdî di bin siya çek û mertalên polîsan de hatin belavkirin.
Piþtî belavkirina belavokan komê dawî li çalakiya xwe anî.
Ji MA'yê hatiye girtin
**
Nûçeya Eleqedar:
- Ji bo Roja Ziman çalakî û daxuyanî
- Li ser "Roja Ziman" sê gotûbêj