Yeqîn H: Ji 3 dengên di guhê min de, yek jê dengê Mihemed Þêxo ye
Hevpeyvîn Cemil Oguz
Yeqîn H. kesekî pir alî ye, berhemdar e. Helbestan dinivîse, stranan saz dike û distrê, serê xwe bi hunerê re, bi jiyanê re, bi wêjeyê re, hema bi her tiþtê aîdê mirovan re diêþîne. Wî gelek nivîs li qada Diyarnameyê lê kirin. Wî helbest lêkirin û pirtûk derxistin. Helbet stran bi ziman kirin û album derxistin. Wî, di sala 2011’an de ligel koma ku ew jî têde bû Mahabadê bi navê “Xelek” albumek derxist. Û niha albuma xwe ya solo bi navê “Nehberk” derxist. Aliyek muhîm derxistina albumek slow bi kurdî, aliyê din ê muhîm jî hemû stranên di albumê de stranên ku berê Mihemed Þêxo bi ziman kirinin e. Li ser albumê, li ser Mihemed Þêxo me gotin avêtin “meydanê”. De fermo em bi hev re bikevin meydanê ka emê ber bi ku ve herin…
Em ji serî dest pê bikin: Çima navê “Nehberk”?
Di albumê de neh stran hene. Hê di heyama pêþnûmakirina albumê de, lêgerîna min li ser navekî resen û metaforîk bû ku li çarçoveya albumê bifesile, û wiha jî Nehberk navê lîstikekê ye, lema Nehberk.
Bi qasî ez dizanim herî hindik 5 sal in te ev album xilas kiribû, lê nû derket. Tu dikarî hinekî qala vê meseleyê bikî û çima dereng ma?
Helbet... Hûr û gir, zêde zêde sedemên vê derengmayinê hene û her yekê gelekên din ji xwe da der. Min dest bi tomarkirinê kir û du-sê meh paþê min û dezgeheke “nav ne hewce”, me li ser albumê li hev kir û bi kitekit û detay me qewlê xwe bi têkûzî birî. Album ku giha qonaxa dawîn, bêwirdewêde dezgeha me dev guherî! Min ku hinekî mesele tevda, yek car kirêtiyê bêhn da, ango pere bû mijar! Halbûkî me qewlê xwe birî bû; wê album kêm-zêde kengî, çend hezar û bi çi bazarê derkeve û ya muhîmtir jî meseleya edisyonê û stendina mafê telîfê tev zelal û safî bibûn...
Çendekî min bi hin dezgehên din re da û stend, lê mîratê, te digot qey heman av di devê xwe werdane! Ez mam wiha, min wextekê hiþt, min hewl da ez xwe aþ û dil xweþ bikim ku hewes û þiyana min li min sar nebe.
Ez dîsa vegeriyam serî; li hêlekê rewþa aboriyê, li hêlekê axir fîrmayek divê, li hêla din ji nû ve meseleya telîfê...
Meseleya ‘besteyên Mihemed Þêxo’ yan ‘ên hinên din’ jî heye…
Erê, meseleya “beste”yên Mihemed Þêxo, zêde tevlihev e û kî rabûye tevlihevtir kiriye. Mihemed Þêxo bêtir stran straye, bi gewde kiriye, wiha ew û stranên xwe ji hev re bûne nav û nasname! Çi stran strabe, ji me wetire ku ew bi her awayî aîdî wî ne! BESTE kêm-zêde nîvenîv erê, lê GOTIN, ango metnên stranan na, pir pir kêmtir in. Heta niha kê stranên Mihemed Þêxo strabin, ji sedî nodê wan ser û ber li bin nivîsîne “gotin û muzîk: Mihemed Þêxo.” Lê ev neheqiyeke mezin a dualî ye! Divê mere bide ser hev û ber hev, bizane kîjan stran û kîjan beste a kê ye. Qet nebe mere navê berhemdar, bestekar û tekstnivîs rast binivîse; ne ku mere ji þûna ku kil bike, kor bike! Îcar ji bo piþtrastkirinê min bi dehan kesan re pêwendî danî. Heta ku ya rast ber bi hev hat. Bifikire, tevî keftelefta min, ez hê jî ji xwe bi þik im. Axir mijar ked e! li hêlekê jî rewþ dibe resmiyet, mesele vediguhere dijwareyeke nebîna! Resmiyeta me tune; tune mixabin!..
Di albumê de duet jî hene…
Di vê albumê de, wê bi kêmanî 4-5 heb duet hebûyana. Opsîyonên min ên navên hunermendan, li derdora 7-8 an bû. Hinan ji ber rewþên xwe gotin, em ê nikaribin; ê hinan fîrmayên wan destûr nedan wan; hinan gotin, wefakariyeke mezin e, gelekî hêja ye, erê, ez bi te re, lê paþê bersiv nedan e-maîlan, an telefonên xwe venekirin! Hasil î kelam, li ser encamê du nav zelal man; Îlkay Akkaya û Diljen Ronî. Mala wan ava, ku bi min re deng dane stranên Bavê Felek.
Fikra ku herî zêde min ji xwe re kir palpiþt, û ku mijar vebûya min li gelek civatan jî digot ev bû: Axir min kir! Wê helbet hin lê xwedî derkevin. Paþê, bi SesMedia re me li hev kir. Li vir ji SesMediayê sipasiya kek Muhsîn dikim. Di vê navberê de jî, ez neçar mam ku ji welêt derkevim, lema jî giha îro.
Li nav muzîka klasîk a kurdî gelek nav û deng hene. Te çima ne yekî an yeka din te stranên ku Mihemed Þêxo xwendine hilbijartin?
Ez ê du bersivan bidim vê pirse; 1, Hew û bi tenê; Ji hezkirinê!
2, Serborî û çîroka wî EM in; me dihundirîne: lema Mihemed Þêxo. Mihemed Þêxo, bi pêjn û hiþ û bîrewerî her, li ser riknê xwe bûye/maye. Lê belê, berê wî her li nûjeniyê, li dahênanê bûye.
Bi helwesteke nûxwaz, bi gera li “wêdetir”ê ku ji xwe re kiriye Nav û Paþnav, bi derwêþî û vederî, bi tirs û wêrekî, û bi pirs û dijberiyeke têkil, ji her tiþtê tiþtek bi gewde kiriye, yanî hilberandiye!
Ango, her li xwe/me zêde kiriye. Min gelek caran ji bo kalikê xwe gotiye; “kalikê min xwedê bû, lê bê’evd bû!” wiha jî Mihemed Þêxo...
Ez ê qe ji bîra nekim; ji 3 dengê di guhê min de, yek jê dengê Mihemed Þêxo ye...
Her duyên din…
Dengê 'ewil helbet ê ciya min Fata Hewê ye, ku ez xwe ne hew lawê wê, her wiha xala li ber navê wê jî dihesibînim!
Dengê duyem jî dengê Fadilê Kufragî ye. Dengê wî ji mala me xalî nebû. Gelek bandên wî hê jî li cem min hene, wekî mîrateya wext û zemanan. Hêviya min e, nav û dengê wî her di guhan de be.
Mihemed Þêxo di jiyana xwe de bi sedan stran xwendin ku hin wî bi xwe nivîsîne, hin yên kesên wekî Cegerxwîn in. Ne hinên din lê sedema hilbijartina van stranan ji nav ên hemû Mihemed Þêxo sedemek çawa ye?
Ez ê vê pirsê jî ji du hêlan ve bibersivînim:
1, Min stranên di NEHBERK’ê de, ji nav stranên ku min bi wan Mihemed Þêxo nas kir û jê hez kir hilbijart. Helbet ew stran ne hew 9 heb in, lê wiha serrifî...
2, Min di pirsa yekem de hinekî bersiva vê pirse da, lê ez hinekî din veçirrim:
Ev bersiv dikare provakatîf were, lê rastî ye; stranên ku tekstên wan aîdî Mihemed Þêxo ne, belkî ne deh/10 in jî!
Beste jî, belkî ji derdora 200 hebî nîvenîv aîdî wî bin.
Mihemed Þêxo, asas xwe straye û bi vê strînê jî bêtir bûye xwe, wiha jî veguheriye dengvedana êþê!
Wiha eseh û bira, çi hebe û çi jiyabe ew gotiye; sêhra wî û nemiriya dengê wî ev e...
Li hêla din jî, qîma xwe bi xwe neaniye. Pêwendiya wî wekî çawa bi xwe re, wiha jî bi EGERên ku ew pê dirûviye re, gelekî xurt e.
Tu lê dinêrî, Mihemed Þêxo qet û qet di Cegerxwîn de hilnehatiye. Gelekî guh û bal daye derdora xwe, çi û kî hebe, pir an hindik temasî wan kiriye. Pêwendiyeke wî ya baþ hebûye bi þa’irên berî wî û yên hevçax re. Nav û deng û rengin din keþf kiriye, wekî; Kemal Þanbaz, Xelef Zêbarî, Mistefa Etrûþî, Sebrî Botanî, Yusif Berazî (Bêbihar), Fariq Akreyî, Rêncber û gelek nav û hêjahiyên dîtir...Yanî, piþta xwe daye Çiyan!
Her wiha di bestekariyê de, nemaze Mihemed ‘Elî Þakir û Mehmûd ‘Ezîz Þakir jê re piþteke nebîna ne.
Te hemû stran bi awayekî Slow xwendine. Ji bo stranên Mihmemed Þêxo jî ev þêweyek cuda ye. Te çima xwest hemûyan bi vî þiklî bixwînî?
Ya rast, ez hê pêrgî straneke rîtmîk lê bi coþ a Mihemed Þêxo nehatime. Mihemed Þêxo jixwe çi strabe her xem li pêþ e, ango XEM strana wî ya sed û yekbare ye! Min guh da pêjna stranan. Min bi ya wan kir:
Ser mesele hin stranên Mihemed Þêxo di forma muzîka gelêrî de ne, hin jê bêhneke tîr a rockê jê tên, hin jê bi reng û dirûvê Balkanan e, hin têra xwe bi tesîra ‘erebeskê ne, lê “jêrdeng”ê tevan xemeke pirrdeng e!
Helbet ez jî hebkî xemhez im. Belkî ji ber vê ye ew çend jê hez dikim. Her wiha ma ne xem be, dinya ji çi re ye! (Dikene)
Van demên dawî gelek kes stranên klasîk ên kurdî bi þiklên cuda dixwînîn. Tu vê pêlê çawa dibînî? Aliyên erênî û neyiniyên vê ji bo muzîka kurdî çi ne?
Bi min, nêzîktêdayîn girîng e; ango, kî çi û çilo distrê! Derfet hene, a wetadar ew e mere çawa dinirxîne. Helbet mîrateya me ye, bi her awayî baþ e û divê mere ji nû ve, li gorî xwe û her wiha li gorî heyama xwe bistrê û bide hezkirin. Lê ne ku mere reng û rastiya STRANê paþguh bike, ne ku “Eman Dilo û Ay Gewrê” di dawetan de bê strîn!!
Nesrîn, Mixabin, Hey can, Gewrê, Ciwan î, Þikrayê, Were were, Eman dilo, Þêrînê nûgîhayê, 9 stran. Nizanim çima, herî zêde "Þêrînê Nûgihayî" ji min re þîrîn hat. Piþtî derketina album û te guh dayê herî zêde kîjan li ber dilê te þîrîn xuya kir, yan te jê hez kir?
(Pêþî dibiþire) Ez ji tevan, ji pirê jî pirtir hez dikim! Ruhhal zane, ji Eman Dilo û hin wextan ji Ay Gewrê hez dikim. Her du jî ji min re bûn feyz; min bi navê Dilo û Gewrê du stran çêkirin û di albuma me ya bi komî de (Têbinî: Qala albuma “Xelek” a koma MAHABAD dike ku sala 2011’an derket) stra. Strana Mixabin bi her reng û awayî straneke têra xwe zexm e, wekî ku xwedê dinya li ber dengê wê stranê ava kiriye. Ciwan î straneke qesîdeyî ye, lê Nesrîn...û Þikrayê ‘ezîz in.
**
Yeqîn H. kî ye?
Yeqîn H. nivîskar, helbestvan û muzîkar e. Li Þemrexa Mêrdînê hatiye dinê lê xwe wekî "Kurdê Mêrsînê" dihesibîne. Ew di Diyarnameyê di quncikê "Êvara Biyan" de nivîsên xwe bi xwendevanan re par ve dike. Her du pirtûk û du albumên wî derketine. Ew ji mecbûrî ji sala 2017’an ve li Genêve ya Swîsreyê dijî.
Album:
- Xelek, Kom Muzîk, 2011 (Wekî kom bi navê Mahabad)
- Nehberg, SesMedia, 2019
Pirtûk:
- Beytik, Weþanên Belkî, Helbest, 2010
- Elîfbêtk, Weþanên Belkî, Helbest, 2018
***
Ji bo yên biwazin li stranan guhdarî bikin:
****
REKLAM:
Ji bo bilêtên balafiran hûn dikarin serî li vir bidin...