Þûnwarek hêjayî dîtinê: Þikeftên Hesûnê
Bîlal Guldem - Metin Yoksu / MA / AMED
Yek ji þûnwarên axa Mezopotamyayê yên pêþî Þikeftên Hesûnê ne. Bi hezar salan e dîroka li vir bala mirovan dikiþîne. Þikeftên Hesûnê her çiqas bêxwedî hatibin hiþtin jî lê çar demsalan mirov diçin serdana wir.
Li Farqînê yek ji dîroka kevnare ango þûnwarek bi serê xwe bajar e Þikeftên Hesûnê ne. Ev der 4 kîlomîtro ji navenda Farqînê dûr e. Li ser rêya di navbera Farqînê û bajarên Serhedê cih digire. Çar demsal mirov diçin serdana þikeftan û tevî hewaya sar jî mirov diçin wir û li cihên dîrokî temaþe dikin. Tê gotin yek ji cihniþîna herî kevnare ya axa Mezopotamyayê ev der e. Her çiqas dîroka vir dirêjî B.Z. 100 salî bibe jî lê ji ber þerên li herêmê heta niha bi awayek têr û tije lêkolînek baþ nehatiye kirin. Heke dîrokzan û arkeolog li þikeftan lêkolînek bikin dê aliyên dîroka vir a ku nayê zanîn jî derkeve holê.
BAJAREKÎ QEDÎM E
Xweþikî û teþeyên kevirên li vir hatine qewartin mirovan matmayî dihêlin. Mirov bi kêfxweþî tên li odeyên van þikeftan digerin û dixwazin der barê dîroka wê de agahiyan hîn bibin. Dema mirov dûrî þikeftan lê dinêre ev der wekî kelehek jî xuya dike. Di hundirê þikeftan de dêra bi navê Kevir cih digire. Her wiha li vir hemam, bîr, ode, cihên îbadetê hene. Tevî hemû kevnaeriya xwe bi mîmariyek xweþik hatiye çêkirin. Li vî bajarê dîrokî þikeft 3, 5 û 7 qatî ne û wekî yekemîn þikeftên dubleks ên dîrokê jî tên nasîn.
Þikeftên Hesûnê ku li qûntara Çiyayê Elbatê ya li hêla rojhilatê Farqînê dikeve, dema mirov ji van þikeftan li deþtê dinêre deþta Farqîn, Bismil û Batmanê xuya dike.
KES XWEDÎ DERNAKEVE
Her çiqas ev der wekî qada sîtê hatibe îlankirin jî lê rûxandina cihek wisa xweþik ji ber bêxwedîtiyê pêk tê. Gelek dîwar bi boyaxa spreyan hatine xêzkirin û nivîs hatine nivîsandin. Turistên biyanî hema mirov dikare bêje ku piyê xwe jî navêjin Þikeftên Hesûnê. Bêtir welatiyên li bajarên herêmê diçin serdana vî bajarê dîrokî.
CIWANÊN FARQÎNÊ BI GAZIN IN
Ciwanê bi navê Îhsan Akcanim ê ji Farqînê ku ligel hevalê xwe hatiye serdana þikeftan got ku ew ji ber ku kes li vî cihê dîrokî xwedî dernakeve bi gazin in.
Ciwanê bi navê Enes Aktarli jî anî ziman ku yekemîn car e ew tê þikeftan ziyaret dike û got: “Divê hemû ciwan werin van cihên dîrokî bibînin.”
‘LI ÞÛNA JIYANEK DEJENEREYÎ EM BIÇIN CIHÊN DÎROKÎ’
Ferhat Aktarli jî da zanîn ku yekemîn car e ew vî bajarê dîrokî ziyaret dike û got: “Li þûna em bi jiyanek dejenerebûyî re eleqedar dibin, divê em werin þûnwarên xwe yên dîrokî ziyaret bikin. Lazim e em dîroka xwe dizanibin û qala wê ji her kesî re bikin. Divê ev bibe wezîfeya me. Jiyan tenê ne medya civakî ye. Pêwîst e li cihên wiha dîrokî bêtir xwedî bê derketin. Derketina vir pir zehmet e. Tevî vê zehmetiyê jî em derketin vir.”
‘DIVÊ HER KES CAREK WERE VIR BIBÎNE’
Cemîle Tarî anî ziman ku ew ji Licê hatine serdana þikeftan û got: “Heta mirov tê vir rêyek pir zor heye. Divê serê ewilî rêya vir çêbikin û xweþ bikin. Taybetmendiyên þikeftan û xweþikiya wê bala min kiþand. Divê her kes were carek vir bibîne.”
‘XWEDÎ DERKETIN Û PARASTIN LAZIM E’
Þiyar Elmas jî ku li gel hevjîna xwe Cemîleyê hatiye serdana þikeftan diyar kir ku divê hemû gel xwedî li vê mîrasa dîrokê derbikeve û pêwîst e hemû cihên dîrokî bêne parastin."
Ji bo fotoyan bitikînin:
- FOTO-GALERÎ-ÞIKEFTÊN HESÛNÊ