Þeh û Eynik / Zemariya Îdê
Feratê DENGIZÎ
Di zarokiya me de, ji bo zarokan, hilbet ên kurik, rewþa eydê, balkêþ bû.
Berî eydan bi çendakî me zarokan amadehiya xwe dikir.
Ji pênc-þeþ salî heta deh-duwazdeh saliyên kurik, di vê komê de ne. Çi bûn ev amadehî; çêkirina kefkanîkan ji bo þerê eydê. Û bi ser de xebitîna ji bo wê rojê û rewþa þer. Wê rojê rê û rêbaza ku em Bereþê bi dest bixin çi ne, çawa ne, bi komî em li ser difikirîn û li gorî biryara encam em tevdigeriyan, roja weqfê jî me karbeþî dikir. Her kesî peywira xwe dizanibû. Serkêþên me jî yên herî mezin û bikêrhatî bûn. Armanc bidestxistina Bereþê û yên hember ku radest nebin heta nava gund êrîþa li ser wan bû.
Çêkirina kefkanîkan bêdem, yanî her dem kar bû, lê hilbet taybetiya eydê cuda…
Li gundê me du taxên dijber hebûn; Mehla Jêrî(n) û Mehla Jorî(n). Em ji Mehla Jêrî bûn.
Li rojhilatê gund, aliyê Stewrê Bereþek hebû, me jêre digot Bereþê*; keleha me bû. Roja eydê berî ku mezin ji camiyê derkevin kî wir bi dest bixe serkeftî ye. Asasê þer, þerê bi kevir û daran e lê taybetî bi þerê kefkanîkan e**. Zarok dikarin hevdu hêsîr bigirin û heta malê jî bera hev din. Di þer de birîndarî, serþikestin serbest bû, lê kuþtin û birîndariyên giran qedexe bû.
Lê ku xelk ji camiyê derketin þer disekine, tundî namîne, rêgezên kî bi ser ketibe, yên wan di meriyetê de ne, lê tê de lêdan û biçûkxistin û eziyet tune ye. Têkiliya mezinan bi vî þerî re tune ye, lê ku ji adetê derkevê dest tê werdidan ku nayê bîra min rewþ gihaþt wê astê. Em baldarê rêgezan bûn. Asas, bikêrhatina di þer de bû; behreya þer, jêhatin û jîrker, jîrî, jîrê þer.
Dixwazim qala hin taybetiyên wan þerên, roja eydê bikim.
Ji çêkirina kefkanîkan dest pê bikim. Du cure kefkanîk hebûn; ên ji rêzê û yên tevnî. Yên qenc ên tevnî bûn, yanî bi rêbaza çekirina tevnan (tevnên merþ, palas, ferdik, tûr û þalan…) dihatin çêkirin. Wekî tê zanîn du mil û kefikek kevkanîkan hebû. Girîngî ya kefikan bû. Me zarokan bi rojan kefkanîkên xwe xweþik, ji benên cuda cuda û xurt çêdikirin, lê peydekirina benan pirsgirêk bû. Kalekî me yê navsere hebû; Apê Heseno, me zarokan jêre digot, Hesen Kus, pir cixare dikiþand. Me bi awayekî ew qanih dikir û ji me re kefkanîkên tevnê çêdikir. Pîrika min tevn danîbû û benên wê yên xweþik, reng cuda û xurt hebûn, renge sor, þîn zer… Pir sebra min li wan dihat, lê nedida min. Êvarekê odeya me tije zilam in, ji ber fediya Apê Heseno ku dengbêjekî heja bû jî, mîna kalikê min, ji min re çêkirina kefkanîkê tevnî erê kir, ev fersendek heja bû, eyd jî nêzîk e, lê ben tune ne, niha ez nîn im, divê kefkanîk ji bîra bikim. Min pîrika xwe þopand, ben tim di dewa wê de bûn, dirist, çawa ket ser limêja eþayê, ben li piþt man û min êrîþ kir, têr û ser têra kefkanîkekî ji benên reng rengo yên tevnî li ber Apê Heseno bûn. Ew kefkanîkê xweþik û serkeftina þerê wê eydê hê jî min dixe kelecanê. Bi rastî min jî kefkanîk pir xweþ bikartanî, eybe mirov beje…
Min go asasê þerê me bidestxistina Bereþê bû.
Wê eydê me xwe, xweþ amade kiribû. Koma ku ew ê Bereþê biparasta ya me bû.
Bi berbanga sibehê re me çar kesan, hê ku kes þiyar nebûbû xwe li çarhawêrê Bereþê bi cih kiribû. Ku zeriya rojê çartiliyên xwe di çavên me de çikand û me çavên xwe kutkutandin û bi piþta destên xwe xurand, çend qertelan xwe di ser me re ber bi Devê Gur*** û Gêra Aþan**** de fir dan xwe. Gur û kûçik ji hev dihatin nasîn.
Nîzamê li kêleka min bi devlikenî ew þopandin, zikê xwe yê tazî da ber þepikan û di ber xwe de mirmirand;
Teyro teyro tilûrî
Girara bavê te fûrî
Tiþtek neket wî hûrî
Ji xeynî nanê tenûrî
Hînê em bi wî dikeniyan, Liftîko bang kir, go wa hatin.
Bi rastî jî zarokên Mihle Jorî bi xwe bawer, bi garankî di Peyarêka Mala Beko re derketin, bi bazdan ketin Besta Þikeftan û bi ser ketin, nêzîkî lî Bena Rezê Mala Mistê kirin ku werin Bereþê. Binya me yanê binya Bereþê rêya Stewrê bû, ji wir jî rez dest pê dikir û bena(benda) rez bilind bû.
Dem dema êrîþê bû. Kevir li heva firiyan û þeqîn bi kefkanîkan ket, yê min nû û yê tevnê bû, de ji vê rojê û xweþtir… Me ew di piþt benê de sekinandin. Nikaribûn serê xwe derxin, kevir mîna baranê bi ser wan de diçûn, ciyê me bilind û em di ser wan re bûn, bandora me zêdetir…Tiþtekî wiha hêvî nekiribûn.
Me Kele neda dest, ew xweþ parast, zûhatin û cîgirtin, xurtkirina kozikan encam diyar kiribû, ji niha de.
Demek kin bihurî, yên me jî hatin, êdî em jî ne kêmî wan bûn. Xwe li ber me negirtin, berî dan revê û lê nav rez belav bûn. Me jî xwe ji kaþ berda û da pey wan. Bê moletan kevirên me dibariyan ku xwe nedin ser hev. Bera wan belav bûbû.
Di xelasiya rez, piþt bena dawîn de sekinin û lihevdan ket pêsir bi pêsir, de… de… wele ben berdan û ketin kaþê peyarêkê, îja jî ew serdest in. Sekinîn, li me vegeriyan û bû barana keviran, em jî ji nav rez derketine û du ber li hemberî hev. Di barana keviran de serî diþkên, ay-oy, of-ax, xeber û carisî û herikîna xwînê, na wile þikiyan û revê dest pê kir, em li pey wan. Di Besta Þikeftan de me ew eciqandin, çend kes hêsîr girtin. Serê çendikan þikestibûn. Nîzam kevir di guhê Qirdiko de þikandibû, ew êþandibû, ê me jî çend derbên sivik me xwaribûn.
Koma me Hiznîkê Xalo hêsîr girtibûn, me ew dikiþkiþand, bêyî êþandin. Me ew anî ser çalên Hemiya Þemdîn ê raserî mala me. Xortekî gir bû. Me go, “çî te hebe derxe!” xwe ingirand, lê nêrî nabe… þeh û eynika xwe derxist, me go “bes e” zêdekirin eyb e. Þehekî xweþik û eyneyek biçûk ê girover, xelata serkeftinê, lê ji wî re pir zor bû. Xort e, tiþtên xwe yên herî bi qîmet dane dest, pir pê zor dihat. Lê wê çi bikira. Wisa bû, rewþa þer ev e, wê demê wisa bû.
Komên din dabûn ser piþta yên li hemberî xwe, di peyarêkê re wan biribûn heta nav Mihla wan. Em serkeftî bûn, me xwe qure dikir.
Komeke me yê dinê jî li Guherka Miho Zeynîkê Hecî Silo dîl girtibû. Ew di aloziya þer de bi aliyekî din ve, tam dijberî þer reviyabû, lê nefilitî bû.
Hê wisa, xeber hat, gotin limêja eydê qediyaye, zilam ji camiyê derketine.
Dema agirbestê bû.
Her kes çû mala xwe û rewþa asayî dest pê kir.
Her kes bi koma xwe li eydê geriya, mal bi mal…
Paþê mezin ketin navberê. Me þeh û eynika wî jê re bi mezinan re þand.
Lewra divê þerefa wî neþikesta, xirûra xortaniyê girîng bû. Civak di van rewþan de hestiyar bû.
Her tiþt dema wê hebû.
Þer þer, aþtî jî aþtî bû.
-----
*Bereþ: nîvþikeft, an jî berkefên mezin. Ji ber ku zêde ne kûr bûn, ku agir di hundir an jî li ber devê wan dihat kirin, pêþiya wê reþ dibû. Nav ji wir tê; Ber+reþ=Ber reþ= Bereþ.
** Li du gundên cîranê me (Dêrîþ û Kunzêrîb/Quzêrîb) ev þer carina vediguherî þerê xenceran.
***: Devê Gur: Sikureke(girekî) serî tûj, li hemberî Bereþê. Bi rastî jî diþibe ‘devê guran.’
****: Gêra Aþan: Sikura herî gir ê bilind a derdorê ya li milê rastê ya Bereþê. Rojhilatê gund. Li lûtkeya wê dengê avê(yan jî bayê) gelekî ji binê erdê tê. Xelk dibêjin “Aþê Cinan.” Ji ber wê gotine “Gêra Aþan.” Wekî ku warê Aþê Cinan e. Gêr jî, girê bi serê xwe û bilind e, ne bes e, gir û qalind e, ne tûj û zirav e. Sere gir fireh e.
Jêrenot:
Nivîs bi zarê zarokîn hatiye ziman, kêmasî hewceyî lêborînê ne.
Çand, an jî tiþtên jiyînî, jiyanî… Ên ku jiya me, hêjayê nirxandinê ne.
Divê binivîsim, nirxandin bila ji we re bimîne. Çand, jiyana civakî ya demî, girêdayî rabirdûyê ye. Tiþtek bê kok û bê reh nîn e. Li ser hewceyiyekê dirûv digire.
Divê em binivîsin, binirxînin, wate û qîmet bidinê.
Fêmkirin, watedayîn û jê sûd wergirtin azadî ye.
***
Nivîsên Feratê Dengizî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:- BIXALETÎ
- Tov û Berxwedan
- QADIRO
- Hecî Þerîfa
- Ji Dengiza, Mirin
- Ez kî me!
-