Ji bo romana “Li Benda Keskesorê” çalakiyek çêkirin
Zekî OZMEN
Li bajarê Giessen ê Almanyayê danasîna romana Dr. Fikret Yildiz a bû navê “Li Benda Keskesorê” hat lidarxistin. Nivîskarê pirtûkê li civîna danasînê hem hinek beþên ji romana xwe xwendin û hem jî di dawiyê de romana xwe ya ku nû ji Weþanên APEC’ê derketî ji bo beþdaran îmze kir.
Naveroka romana “Li Benda Keskesorê“ ji çîrokeke rasteqînî pêk tê. Qehremanê çîrokê H. Osman Efendî yê kalikê nivîskarê romanê Dr. Fikret Yildiz e ku cihekî taybet yê wî di nava dîroka malbata wan de heye. Malbat ji gundê Mikaîla yê Polatlî yê Enqerê ye. Serpêhatî jî ya destpêka salên 1800’an û pê de ye. Osman Efendî di ciwaniya xwe de ji gund vediqete û diçe Stenbolê. Li wir jî têkiliya wî hem bi rayedarên dewleta Osmanî û hem jî bi Mewlana Xalid re çêdibe. Piþtî xwendina li medreseyê dibe mele. Pê re jî bi keçeke ermenî ya bi navê Asparîk re dizewice. Ew piþtî derdora panzdeh salan vedigere gundê xwe û destpêkê hem gundî û hem jî piraniya malbatê wî nas nakin. Ew li gund di nava demê de bi navê xwe mizgeftekî ava dike û dibe serkêþê eþîra Mikaîla.
Serpêhatiyên di romana “Li Benda Keskesorê” de berê bi rêzeçîrokên bi navê “Siyarê Têrika” di kovara Bîrnebûn ku kovareke taybet a kurdên Anatolyaya Navîn e, hatibûn weþandin. Dr. Fikret Yildiz ev çîrokên ku pê mezin bûbû di vê romanê de kirin yek û van rojan ji Weþanên APEC’ê derket.
Nivîskar Nuh Ateþ jî ku keda wî di nivîsandina vê romanê de heye, di destpêka pirtûkê de kurtedanesînek nivîsandiye.
Nivîskarê pirtûkê di þava danesîna romanê de destnîþan kir ku armanca wî bi vê romanê ew bû ku jiyana eþîra Mikaîla ya wê demê li Polatliya Enqerê raxîne ber çavan û bi vî awayî arþîvekî ji dîrokê re bihêle.
Navê romanê jî xwe dispêrê efsaneya ku dema keç di bin keskesorê re derbas bibin wê bibin kur û dema kur derbas bibin wê bibin keç. Balkêþ e ku ev efsane ji berê ve ne tenê di nava kurdên Anatolyaya Navîn de, lê di nava piraniya kurdan de heye û heta roja îro hatiye.
Danesîna pirtûkê êvara 19'ê mehê ji aliyê Komela Civata Alman û Kurd li Giessen ve hat birêxistin.
Romana “Li Benda Keskesorê“ ji 148 rûpelan pêk tê û vê mehê ji Weþanên APEC ku li Stockholmê ye derket.
Wêneyên di vê nûçeyê de ji aliyê Zekî Ozmen ve hatine kiþandin.