'Klam û Pênûs' ji gelek aliyan ve kurdên Kafkasyayê pêþkêþ dike
Diyarname
"Klam û Pênûs" navê pirtûka Wezîrê Eþo ye ku têde gelek agahiyên cur bi cur li ser kurdên Kaskasyayê hene.
Nivîskar û rewþenbîrê kurd Wezîrê Eþo di sala 1934'an de li Tiblîsa Gurcistanê tê dinê. Ew sala 1958'an de li Fakulteya Zanîngeha Yêrîwanê Beþa Dîrokê dixwîne, di navbera salên 1961-63'yan de li Zanîngeha Lenîngradê (niha Petersbûrt) di beþa Kurdzaniyê de Înstîtuya Rojhilatnasiyê dixwîne û dibe pisporê dîroka Kurdistanê. Paþê ji 1964'an ve di gelek waran de dixebite ku yek ji van xebatên girîng jî xebata li nav Radyoya Yêrîwanê ye. Ew di sala 1995'an de diçe Belçîkayê û heta wefat dike li wir dimîne; xebata xwe li wir jî didomîne.
Wezîrê Eþo ku jiyana wî di nav têkoþîna ji bo dîrok, ziman û wêjeya kurdî de derbas dibe, roja 23.01.2015'an wefat dike.
Ew li dû xwe gelek berheman dihêle. Hinek berhemên wî ji kirîlî ji bo latînî hatine kirin û li Bakur hatine weþandin lê hin hê nehatine weþandin. Pirtûka "Klam û Pênûs" ku niha mijara me ye jî yek ji wan e. Ev pirtûk bi navê "Klam û Pênûs, Kurdên Kafkasyaya Baþûr" ji aliyê Weþanên Lîsê ve hatiye weþandin.
Mijarên pirtûkê
Nivîskar Nîhad Gultekîn pirtûk ji bo çapê amade kiriye. Ew qala serpêhatiya amadekirina vê pirtûkê dike û diyar dike ku ji bo vê wî, ligel keça Wezîrê Eþo ya bi navê Mîdya gelek li ser vê pirtûkê xebat kiriye.
Di vê pirtûkê de nivîsên Wezîrê Eþo ên di kovaran de hatine weþandin hatine bevhevkirin û di pirtûkê de hatine bi cih kirin.
Kurdên Sovyeta Berê, ronenasa çandî, Radyoya Yêrîwanê, rojnameya Rya Teze, Konferansa Kurdî, nivîska li ser pêvajoya Mele Mistefa Barzanî ya li Sovyeta Berê, Komara Kurdistan û Qazî Mihemed, hilweþandina Yekîtiya Sovyetê û gelek agahiyên nivîs û agahiyên din di vê pirtûkê de hatine bi cih kirin.
Agahiyên li ser hin navdarên kurd
Ji bilî mijarên cur bi cur der barê nivîskarên kurdên Sovyeta Berê yên wekî Erebê Þemo, Heciyê Cindî, Qanadê Kurdo, Casimê Celilîl, Mûradov Çaçan, Fêrikê Ûsiv, Emerîkê Serdar, Ordîxanê Celîl, Eskerê Boyik, Þekroyê Mihoyî, Simoyê Þemo, Egîdê Cimo, Aslîka Qadir, Pîr Dîma de jî agahiyên cur bi cur hatine pêþkêþkirin. Pirtûka "Klam û Pênûs" dikare wekî çavkaniyek li ber destan bê parastin û her pêdivî pê hebe sûde jê bê girtin.
- Klam û Pênûs / Wezîrê Eþo / Amadekera: Nîhat Gultekîn / Weþanên Lîst / 2018 / 309 rûpel