Li Venezuelayê jî Wîkîpedîa hat astengkirin
Diyarname
Însiyatîfa saziyên sivîl NetBLocks ragihand ku Wîkîpedîayê ji ber ku ji dêvla Maduro rêberê muxalefetê wekî serok nîþan daye li Venezuelayê Wîkîpedîa hatiye astengkirin.
Rojnameya îsraîlî Haaretz nûçe sipartiye NetBLocksê û gotiye ku ji 12'yê vê mehê ve kompaniya mezin a Venezuelayê ya ragihandinê CANTV malpera Wîkîpedîa hemû asteng kiriye. NetBLocks wisa gotiye: "Ji 150 cihên welat re 60 hezar car ceribandinên cuda cuda hatine kirin ku bikevin Wîkîpedîayê lê dîtine ku hemû hatine astengkirin."
Li Venezuelayê qeyrana aborî û siyasî didome. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyîî 3 mîlyon Venezuellayî welat terikandiye. Li welat li dor 16 mîlyon kesî dikarin bikevin înternetê û her meh li dor 60 mîlyan car Wîkîpedîa tê þopandin.
Li Tirkiyeyê jî ji avrêla 2017'an ve Wîkîpedîa qedexekirî ye.