Bi kurdî 'Dîwana Hafiz' derket
Diyarname
Hafizê Þîrazî di sedsala 14'an de li Îranê jiya ye. Ew di nav helbestvanên herî muhîm ê faris de ye, Li Þîrazê hatiye dinê loma navê Hafizê Þîrazî bikar aniye. Dîwana wî li îran û li Rojhilata Navîn navdar e, li gelek zimaman hatiye wergerandin.
Di helbestan Þîrazî de hezkirin, rewþa mirovan cihek muhîm digire. Dîwana wî wekî nameyeke evînî li nav gel jî belav bûye û jê hatiye hezkirin. EW wekî avakarê zimanê 'xezel'an jî tê hezibandin ku helbestên xwe bi wê qeydeyê nivîsandine. Di dîwana li ber dest de 529 xezel cih girtine.
Niha ev Dîwana Hafizê Þîrazî bi kurdî li ber destên xwendevanên kurdî ye. Dîwana ji aliyê Muhammed Înal ve ji farisî ji bo kurmancî hatiye wergerandin û dîwan ji Weþanên J&J'yê derketiye.
Ji Dîwanê vaye çarînek ji helbesta "Lêvên Þêrîn":
Ehda me bi hêvên dev-þêrîn ve girê da Xweda
Em her tim bende û ew her tim Xwedawend in
Em muflisên wê daxwaza mey û çeng dikin
Ah eger xirqeya hirî rehin nestînin.
- Dîwana Hafiz / Þêx Hafizê Þîrazî / Wergera ji farisî: Muhammed Înal / Weþanên J&J / 2018 / 529 rûpel