'Sînemaya Serbixwe' bi awayê elektronîkî hat
Diyarname
Komek kurdên hezkiriyên sînemayê bi navê "Sînemaya Serbixwe" dest bi amadekirina kovareke elektronîkî kiribûn, niha ew amade temam bûn û hejmara yekem derket.
Navê "Sînemaya Serbixwe" lêkirine lê di binî de gotine "E-fanzîna Sînema, Çand û Hunerê" ku ji vê jî diyar e piranî sînema lê li ser van xetan dê weþana xwe bidîmin.
Di pêþeka edîtor de gotine: "Sînema ji bo kesên ku derd û gotinên wan hene amûr û derfeteke gelek mezin e. Di nav dîroka sînemayê de gelek derhêner û sînemavanên bîrawer derketin, hest û ramanên xwe anîn zimanê. Di geþedan û girseyîbûna sînemayê de; gelek rêbazên ên hunerî, rastibîniya civakî, heyamî û serbixwe û ên din pêk hatin."
Her wiha qala "Hunera Heftemîn" ku ew bi xwe sînemaya kirine û wisa gotine: “Hunera Heft-emîn”; ruh û hêza ên dîmenan, newayan, peyvan û wêneyan e û me wekî pirtûkan, di nav asoyên hestan û ramanan de digerîne. Em bi saya sînemayê cihê ku me qet neçûne ji wan dibinîn, çand û jiyanên hemû mirovahiyê dinasînin. Rû û çavên sinemayê, sînorên ku li ser cîhanê radike û ew dikare bi demê re hemû xeletiyan û pêþdaraziyan tune bike."
E-Fanzîna bi kurdî “Sînemaya Serbixwe” bi nivîs û gotarên xwe yên li ser sînema, çand-hunerê, wekî dengekê nû û ciwan li pêþ xwendevanan e
Edîtorê e-fanzînê Rûmet Med Kaya ye û rûpel û bersaziya wê Ahmet Tîrêj Kaya kiriye.
Di vê hejmarê de Rûmet Med bi "Sînemaya Kurdî: Bêwelatî Sînor û Mirin", Mela Mihyedîn bi "Efsaneya Selkiyan û Fîlmê Ondîne", Ciwan Stêrk bi "Rêç û êþên ên jiyanê, Demsala Kergeden" cih girtiye.
Dîsa li ser hin belgefîlmên wekî "Þeva Xîzê", "Bîra Mi' Têtin", "Xanî Reþ", her wiha li ser hin pirtûkên kurdî nivîsên danasînî hatine weþandin.
Ji bo xwendina kovarê:
- E-Fanzîna "Sînemaya Serbixwe" - Hejmar 1
Ji bo bloka Sînemaya Serbixwe:
- sinemayaserbixwe.blogspot.com