2018: Di qada navneteweyî de kurdan xelat dan hev
Diyarname
Di qada navneteweyî de kurdan di warê sînemayê de xelat girtine û hê jî bi berhemên xwe digirin. Lê îsal tiþtek cuda çêbû: Ne sînema, di gelek warên din de kurdan xelat girtin û nav dan. Ji xelata Nobelê heta xelata muzîkê, heta xelata mafên mirovan, gelek xelat girtin. Me yên girîng dan hev. Vane ew xelat:
Xelat ji bo ciwanên pêþdikevin
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) her sal xelatê dide Rêberên Ciwan ên Pêþdikevin. Îsal 2 jinên kurd bûn xwedî vê xelatê: Keça kur a êzdî Zînê Salim Hesen ku li Lîtvanyayê dijî û keça kurd Sara Ebdullah Ebdulrehmanî ku li Kerkûkê dijî ev xelat girtin. Her duyan li DYA'yê di meha gulana îsal de ev xelatên xwe hembêz kirin.
Xelata Mafên Mirovan
Li Dublîna Îrlandayê saziya bi navê "Front Line Defenders" heye. Ew di sala 2001'ê de hatiye avakirin û bi navê Xelata Parêzvanên Mafên Mirovan ên Di Bin Talûkeyê De Ne dide. Saziyê îsal aktîvîsta mafên mirovan û rojnamegera kurd Nurcan Baysal hêjayî vê xelatê dît. Baysal di 18'ê gulana îsal de li Dublînê xelata xwe girt.
Cewerî ji Akademiyê xelat girt
Nivîskarê kurd Firat Cewerî roja 29'ê pûþpera 2018'an ji Akademiya Swêdê "Xelata Wêjeyî ya 2018'an" girt. Cewerî ji ber ku gelek pirtûkên swêdî wergerandibûn kurdî û ev yek wekî xizmetek ji bo wêjeyê hat qebûlkirin û ew hat xelat kirin.
Kurdekî Rojhilat xelata Matematîkê ya Fiedels girt
Kongreya Matematîkarên Navneteweyî her çar salan carek li dar dikeve. Vê carê li Rio de Jenerio ya Brezîlyayê li dar ket. Di her kongreyê de Madalyeya Fiedels didin 2, 3 an çar kesên di bin temenê 40'î re. Ev xelat wekî Nobela Matematîkê tê hesibandin.
Îsa ev xelat ji Zanîngeha Cambridê dan Koçer Bîrkar (01.08.2018). Koçer Bîrkar ku ev xelat girtiye ji bajarê Merîwan ê rojhilatê Kurdistanê ye, niha 40 salî ye û li Zanîngeha Cambdrigde hîndekar e.
Koçer Bîrkar li ser xelatê wisa gotiye: "Ez hêvîdarim ev xelat ji bo 40 mîlyonî bibe cihê kêfxweþiyê."
Bazîdî ji UNESCO'yê xelat girt
Nivîskarê kurd Cemil Turan Bazidî ku li Yewnanistanê dijî bi pirtûka xwe "My Name is Azad" (Navê Min Azad e) 5'ê meha gelawêja 2018'an ji UNESCO'yê xelat girt. UNESCO Xelata Akademîk a Taybet dide berhemên ku çanda gelên xwe bi serketî nîþan didin. Bazîdî bi romana xwe ev xelat girt.
Pîzzaçêkerê kurd xelat girt
Pîzzaçêkerê kurd Hakki Akdenîz li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dijî. Ew pîzzayan çêdike. Nêzî 10 dikanên wî yên pîzzayê hene. Ew sê caran bi pîzzayê bûbû þampiyon, yanê yekemînê dinyayê. Lê vê carê tiþtek din çêbû: Meclisa Nûnerên DYA'yê 4 xelatên serketinê dan wî (07.08.2018). Hakki Akdenîz ku ji Farqîna Amedê ye bi vê xebata xwe bi salan e li DYA'yê û li dinyayê navdar e. Akdenîz ji Meclisa Nûnerên DYA'yê xelata "þampiyonê edaleta civakî", "rêberê li nav civakê", "rêberê li nav cîhana karsazan" 3 xelat girtin û her wiha ji Meclisa Eyaleta New Yorkê jî bi sedema "kesê xizmetên mînak ji bo civakê dike" û "serketina þexsî ya bêhempa" ew xelat kir.
Kayhan Kelhor dest avêt "Rihê Mirovan"
Amadekarên Pêþbaziya Kemanê ya Navneteweyî ya Isaac Stern serketiyên "Xelata Rihê Mirovan" a îsal eþkere kirin (30.08.2018): Yek ji wan hunermendê kurd Kayhan Kelhor bû.
Kayhar Kelhor ku ji kurdên rojhilatê Kurdistanê ye ji biçûkatiya xwe ve dest bi muzîkê kiriye. Wî di nav Orkestraya Radyo Televîzyonê ya Neteweyî ya Îranê de jî cih girtiye. Heta niha li gelek welatan konser daye. Kelhon par di 59'emîn Xelatên Muzîkê Grammy de Xelata Albuma Muzîka Dinyayê ya Herî Serketî girtibû.
Gîtarîstê ciwan li Romayê bi ser ket
Gîtarîstê kurd ê ciwan Cem Þivan Ergul di meha rezberê de li Romayê bi ser ket û xelata gîtarê girt. Li Romayê li ser navê Alirio Diaz (1923-2016) ê klasîk gîtarjen pêþbaziya gîtara klasîk tê li dar xistin. Di vê pêþbaziyê de Ergul bû yekemîn û xelat girt.
Baroya Amedê hat xelat kirin
Baroyên Parîs, Bordeauks, Bruksel, Roma, Luksemburg, Berlin, Cenevre, Amstardam, Enstîtuya Mafên Mirovan a Ewropayê, Yekîtiya Parêzerên Navneteweyî û Yekîtiya Parêzerên Ewropayê jî di nav de gelek sazî bi hev re her sal xelatê didin kes an saziyek ku di warê mafên mirovan de kar dike. Navê xelatê jî Xelata Mafên Mirovan a Ludovic Trarieuks e. Îsal juriyê xelata taybet da Baroya Amedê (22.09.2018). Ludovic Trarieuks di navbera salên 1840-1904'an de jiyaye û ev 23 sal in li ser navê wî ev xelat tê dayîn.
Rojnamegerê kurd bi ser ket
Rojnamegerê kurd Bêhrûz Boçanî bi xebata xwe ya li ser koçberê li ser behra li Avustralyayê ku wî rewþa wan belge kir xelat girt. Bi vê belgekirinê rojnameger Boçanî li Îtalyayê "Xelata Rojnamegeriya Lêkolînerî ya Anna Politkovskaya" girt (07.10.2018). Oranîzatorên xelatê sedema xelatdayîna ji bo rojnamegerê kurd wisa gotine: "Mijara ku bi taybetî tê veþartin wî raxistiye ber çavan".
Xelata Anna Politkovskaya li ser navê rojnamegera rus ku di sala 2006'an de li Rusyayê hat kuþtin tê dayîn.
Nobela Aþtiyê dan Nadya
Xelata Nobela Aþtiyê dan keça kurd a êzîdî Nadya Mûrad. Mûrad ku ji çeteyên DAIÞ'ê rizgar bûbû û piþtî vê yekê di nav xebata rizgarkirina ji bo keçên êzîdî de li qada navneteweyî dixebitî hêjayî xelatê hat dîtin. Mûrad roja 10.12.2018'an bi merasimek xelata xwe girt.
Hevþaredara Cizîrê hat xelat kirin
Hevþaredara Cizîrê Leyla Îmret "Xelata Carl von Ossietzky" girt (18.12.2018). Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî ku navenda wê li Berlîna Almanyayê ye di warê mafên mirovan de vê xelatê dide. Bi merasimek ev xelat îsal da Îmret.
Xelata PEN'ê
PEN'a Îngilistanê di nav xelatên ku dan pirtûkên ji bo îngilîzî hatin wergerandin de xelat da pirtûka "Seher" a Selahattin Demîrtaþ (19.12.2018). Her wiha PEN'a Almanyayê jî ew kir endamê xwe yê rûmetê.
**
Li ser 2018'an ên ku derketine pêþ:
- 2018: DVD'yên van fîlman îsal herî zêde hatine firotin
- 2018: 10 dewlemendên amerîkayê, di nav de nivîskar jî hene
- 2018: Hunermendên ku îsal herî zêde bilêtên wan hatine firotin
- 2018: Ji aliyê IMDb'ê ve 10 fîlmên salê
- 2018: Li Tirkiyeyê pirtûkên ku herî zêde hatine firotin
- 2018: 10 rêzefîlmên herî serketî
- 2018: Stranên ku herî zêde lê hatine guhdarîkirin
- 2018: Muzîkarên ku herî zêde pere kar kirine