Klîba Hefteyê: Sînemê
Diyarname
Zelal Gokçe hunermendeke kurd e. Di salên 90'î de li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ketiye nava karê muzîkê. Di nav hin komên NÇM'ê de cih girtiye. Wê di sala 2014'an de yekem albuma xwe ya solo bi navê "Solîn" derxistiye. Ji bilî "Solîn"ê di nav gelek albuman ên wekî "Þahiya Stranan" (Yek, Du sê), "Dîwan-a Dubeytî" de bi deng û awaza xwe cih girtiye.
Di nav Solînê de straneke bi navê "Sînemê" heye. Sînemê straneke gelêrî ye. Ji bilî vê di "Solîn"ê de stranên wekî "Mendê", "Debû derave", "Derê Emirxanê", "Makhmur Agcîg", "Sewzalê", "Kerr û kulik", "Aþiklarin sozu kalir", "Xerîbê", "Kew" û "Bêhempa û rezîl" jî hene. Em niha wê Sînemê digirin û wekî Klîba Hefteyê pêþkêþî we dikin. Fermo: