3 pirtûkên li ser ziman
Diyarname
Emê îro sê pirtûkên li ser ziman ku van demên dawî derketine dexin pêþ: "Mistek Ji Hêvî û Arîþeyên Zimanê Kurdî", "Morfolojiya Kurmancî û Zimannasî" û "Hevoksaziya Kurmancî"...
"Mistek Ji Hêvî û Arîþeyên Zimanê Kurdî"
Pirtûka "Mistek Ji Hêvî û Arîþeyên Zimanê Kurdî" pirtûka Deham Evdulfettah e. Pirtûk îsal ji Weþanên Lîsê derketiye. Di pirtûkê de nivîskar berê xwe dide koka ziman, ji aliyên wekhev û zimanên cîran dide ber hev. Yek jî îdîayek ku ji pirtûkê dertê jî ew e ku sumerî (nivîskar 'Somerî' nivîsandiye) kurd e. Evdulfettah dibêje: "Di zimanê somerî de hinek gotin û derbirîn bi heman deng û wate di zimanê kurdî de jî bikar tên. Vê diyardeyê bala hin rewþenbîrên kurd rakiþand wê baweriyê ku girêdaneke dîrokî di navbera zimanê kurdî û somerî de heye." Evdulfettah balê dikiþîne ser pirtûkên ku ev îdîa derxistine pêþ û dibêje: "Pirtûka yekê bi navê 'Efer Somerî Ne Kurd Bin Gelo Wê Kî Bin' (Duhok, 1999). Nivîserê pirtûkê Mes'ûd Se'îd Yasîr e. Pirtûka duwê jî bi navê 'Domozî Melekê Tawûs' (Beyrûd, 1999) e. Nivîserê vê pirtûkê jî Murþîd Elyûsif e. Van her du nivîseran jî li gora pêwendiyeke regezî di navbera Kurd û Someriyan de heye. Ev bêje û derbirînên hevbeþ jî wê pêwendiyê tekez dikin." (hin bêjeyan wekî mînak dide)
Her çiqas ev îdîa hebin jî nivîskar qala têkiliya bazirganiya wê demê, têkiliya ziman dike û digihîje wê encamê du di vê dan û standinê de dibe ji hev girtibin lê ew ne ji hev in.
"Morfolojiya Kurmancî û Zimannasî"
Pirtûka "Morfolojiya Kurmancî û Zimannasî" ji aliyê Ahmed Kanî ve hatiye nivîsandin û par ji Weþanên J&J'yê derketiye. Kanî dibêje bi vê xebatê wî xwestiye balê bikiþîne ser zimannasiyê û wisa dom kiriye: "Li vir armanca me ji zimannasiyê hemû xebatên bi zimanî re têkildar in ku xwedî gelek beþan e, yek ji wan beþan jî morfolojî ye. Em dixwazin di mizannasiyê de jî xebatên li ser morfolojiyê pêþkêþ bikin."
"Ceribînek li Ser Hevoksaziya Kurmancî"
Pirtûka "Ceribînek li Ser Hevoksaziya Kurmancî" ji aliyê Serwet Ornek ve hatiye nivîsandin. Nivîskar di pirtûkê de hin pirtûkên bi kurdî girtine dest, bi ser wan re nirxandin kiriye û "Ceribandina li ser hevoksaziyê" pêþkêþ kirine. Ew dibêje: "Di vê xebatê de li ser komepeyv, hevok û hevoksaziya Kurmancî hatiye rawestandin. Ango ev berhem, berhemeke rêzimanî ya berfireh nîn e; ji ber ku bi tenê di mijara hevok û hevoksaziyê de bi kûrahî li ser hatiye rawestandin, ev behme bûye berheme monografîk."
Ew dibêje armanc ew e ku komepeyv çawa tên çêkirin û di hevok û hevoksaziyê de çawa tên bikaranîn. Wekî notek, ev pirtûk di sala 2017'an de hatiye çapkirin û di rezbera 2018'an de çapa wê ya duyemîn hat weþandin.
- Mistek Ji Hêvî û Arîþeyên Zimanê Kurdî / Deham Evdulfettah / Weþanên Lîs / 129 rûpe/ 2018 / Ziman
- Morfolojiya Kurmancî û Zimannasî / Ahmed Kanî/ Weþanên J&J / 207 rûpel / 2017 / Lêkolîn
- Ceribînek li Ser Hevoksaziya Kurmancî / Serwet Ornek / Weþanên J&J / 156 rûpel / Çapa yekem 2017, çapa duyem 2018 / Lêkolîn