Elvis Presley kirin 'Lembeyên trafîkê'
Diyarname
Hunermend Elvis Presley stranbêjekî amerîkî bû û di sala 1935'an de hatibû dinê, 1977'an de miribû. Wî bi muzîka xwe mohra xwe li muzîka dinyayê dabû. Li Amerîkayê ew sêyemîn kes e ku herî zêde albumên wî hatine firotin. Ew wekî "kralê rock û rollê" tê nasîn. Lê niha ew ne bi muzîkê bi xebatek din dibe mêvan: Li bajarê Friedberg ê Almanyayê fîgurê Elvis Presley di lembeyên trafîkê de bikar anîn. Sedem, ji ber ku ev bajar di nav jiyana wî de cihek girîng digire.
Dema lembeya sor pê dikeve þiklek din ê Presley, dema kesk pê dikeve þiklek din derdikeve pêþberî peyayan. Ev þikil di lembeyên trafîkê yên li Qada Elvis Presley de hatine bi cih kirin.
Marion Gotz a SDP'yî (Partiya Sosyal Demokrat) ku di nav rêveberiya bajarê Friedberg de cih digire ji bo Wetterauer Zeitung axiviye. Gotz gotiye ku ew hêvî dikin bi taybetî ev bala trûstan bikiþîne û ji bo vê yekê 900 Euro xerc kirine. Her wiha gotiye ku sê mehan xebitîne ku ji bo polîsan ji bo vê yekê qanî bikin.
Presley di sala 1977'an de li cihek nêzî Friedberg miribû. Presley di navbera salên 1958-60'î li baregeha DYA'yê ya li Friedbergê xebitî bû, paþê li Bad Nauheim jiyabû. Presley li vê derê keçikek bi navê Priscilla Beaulieu nas kiribû û pêre zewicî bû. Her du bajar jî dikin ku Presley ji bîr nekin. Ji sala 2002'yan ve li Bad Nauheimê "Festîvala Elvis a Ewropayê" tê lidar xistin.
Li Almanyayê di lembeyên trafîkê de bikaranîna fîgurên navdaran her li pêþ e û li gelek cihî heye. Li Bonnê fîgurê Beethoven, li bajarê Trierê fîgurên Karl Marks jî têne bikanîn.
(Ev nûçe bingeha xwe ji DW'yê digire)