Xelata Goga Zêrîn dan Luka Modric
Diyarname
Yek ji xelatên bi prestîj a cîhana xelata "Ballon d'Or" (Goga Zêrîn) e ku kovara France Football dide. Di nav hemû lîstikvanên ku bûbûn berendam de lîstikvan Modric bi ser ket û yekem car ev xelat bir mala xwe.
Piþtî Modric, lîstikvanê Juventusê Cristiano Ronaldo bû duyemîn. mîstikvanê Atletico Madridê Antoine Griezmann bû sêyemîn, lîstikvanê Paris Saint-Germain Kylian Mbappe bû çaremîn û lîstikvanê Barselonayê Lionel Messi bû pêncemîn.
Modric ligel tîma neteweyî ya Hirvatistanê di Kûpaya CÎhanê ya 2018'an ku li Rusyayê hat lîstin de fînal lîst. Gelek rola Modric hem di hatina fînalê ya tîma Hirvatistanê de. Hirvatistan di fînalê de li hemberî Fransayê tek çû lê navê Modric di bîra cîhana fûtbolê de ma û vê yekê jî kir ku ew ber bi xelatê ve here. Her wiha Modric îsal ligel tîma spanyol Real Madrîdê kûpaya Lîga Þampiyonan a UEFA'yê bi dest xistibû. Di vir de jî rola Modric berbiçav bû
Ligel vê xelatatek didin lîstikvanên teben di bin 21'ê re. Di vî warî de jî di warê mêran de Mbappe, di warê jinan de jî Ada Hegerberg (lîstikvana ji Norwecê, niha di tîma Olympique Lyon a Fransayê de dilîze) xelat girt.
Kovara France Football di navbera salên 1956-2009'an de ev xelat da. Di sala 2010'ande ligel FIFA'yê bû yek û heta sala 2016'an bi hev re ev xelat dan. FIFA'yê di navbera 1991-2009'an de Xelata Lîstikvanê Herî Serketî yê Dinyayê dida. Wan her du saziyan hêza xwe kir yek û bi hev re xelat dan lê di sala 2016'an de ji hev veqetiyan. Niha her du sazî bi serê xwe xelatê didin.
Heta niha herî zêde Lionel Messi û Cristiano Ronaldo ev xelat bi dest xistine. Her duyan jî 5 caran ev xelat girtine.