Ji bo WhatsApp jî kurdî qebûl bike kurdiya wê bikar bînin
Bîlal Guldem / MA / AMED
Êdî bikarhênerên sepana platforma WhatsAppê dikarin bi kurdî bikar bînin. Yek ji hezkiriyê zimanê kurdî ku li ser teknolojiyê xebatan dike Gernas Nenas WhatsApp wergerand kurdî û got êdî bikarhêner dikarin WhatsAppa Kurdî daxînin û bikar bînin.
Di warê teknolojiyê de pêþketinek din jî li kurdî zêde dibe. Sepana peyamþandinê û lêgerandinê ya xwedî taybetmendiyên xwe ya navbera platforman WhatsApp Messenger ya ji bo "Smartphone / Telefonên Jêhatî"* êdî bi kurdî ye. Naveroka hemû beþên WhatsAppê bi kurdî hat amadekirin. Kesên ku dixwazin WhatsAppê bi kurdî bikar bînin dikarin peyda bikin û daxînin telefonên xwe.
Di cîhanê de yek ji sepana ku herî zêde peyam pê tên þandin WhatsApp e ku bi kurdî hat amadekirin û vê yekê kêfa bikarhênerên kurd jî anî. Yek ji hezkiriyê zimanê kurdî Gernas Nenas ê ku di warê amûr û videoyên teknolojiyê de li ser kurdî dixebite demek dirêj bû ji bo ku WahatsAppê wergerîne kurdî dixebitî û ev xebata xwe temam kir.
DI MEHEKÊ DE ÇÊKIR
Nenas bi qasî mehek dema xwe da ser çêkirina WhatsAppa kurdî û bi sepana bernameya bi navê APK Edîtor a di telefonê de çêkir. Nenas behsa xebata xwe ya ku mohra serkeftina xwe lêxist, kir.
'ZIMANÊ KURDÎ ZIMANÊ TEKNOLOJIYÊ YE JÎ'
Nenas anî ziman ku zimanê kurdî ne tenê zimanê axaftinê ye di heman demê de zimanê nivîsandin û xwendinê ye û got: “Ez pir fikirîm li ser teknolojiyê. Çima em teknolojiyê bi zimanek din bikar tînin. Lewma min xwest êdî WahatsAppa kurdî jî hebe. Min çend caran bi WhatsAppê re têkilî danî lê bes bersiva erênî nedan. Xwe nêzî WhatsAppa kurdî nekirin. Min li ser sepanê APK Edîtor ewil ji bo xwe ceriband. Piþtî min ceriband serkeftî bû û min dît ku tê wergerandin. Piþt re ez fikirîm ku çêbikim û vê sepana kurdî belav bikim.”
'BI VÊ XEBATÊ ÞA DIBIM'
Nenas diyar kir ku ji ber ferhengek peyvên teknolojiyê nîn e di warê bicihkirina peyvan de hinek zehmetî kiþandiye û wiha dewam kir: “Ji bilî zehmetiya peyvan, wekî din ev xebat xweþ dimeþe. Xebata kurdî ji bo min cihê kêfxweþiyê ye. Pê þa dibim û nawestim. Dixwazim vê yekê jî bêjim dibe ku hin peyv ‘çêkirî bin’ ji ber vê yekê jî lêborîna xwe ji bikarhêneran dixwazim. Ji bo alîkariya hemû heval û dostan jî spasdar im.”
'DIVÊ EM DAXÎNIN DA KU WHATSAPP BIBÎNE WA KURDÎ TÊ BIKARANÎN'
Nenas da zanîn ku ji destpêkê heta dawî her beþên wê bi kurdî ye û wiha got: “Heke bikarhêner rabin têde bi tirkî binivîsinin ne bi kurdî ye, lê heke bi kurdî binivîsinin her tiþtê wê dibe kurdî. Hemû naveroka wê bi kurdî ye. Va me çêkir, îcar dora bikarhêneran e. Ez daxwaz dikim ku têde bi tirkî nenivisînin. Em hêvî dikin ku dê hemû bikarhêner ji bo heval û dostên xwe parve bikin û wê WhatsApp jî bibîne ku va kurd xwedî li zimanê xwe derdikevin. Belkî êdî ew jî bi awayek fermî bi zimanê kurdî WhatsAppê çêbikin ku em dikaribin daxînin.”
LI SER MALPERA TEKNÝSTAN.COM'Ê TÊ DAXISTIN
Nenas destnîþan kir ku ew ê sepana WhatsAppa Kurdî li ser malpera http://teknistan.com/ dê belav bikin û got: “Em ê ji bo daxistina WhatsAppê hemû tiþtî binivîsinin li ser malpera teknîstanê. Daxistina wê zor nîn e. Tenê li þûna ku di Play Store de daxînin, dê li ser teknîstanê daxînin. Her tiþt eynî ye. Ne hewceye pê li tiþtekî teknîkî bikin. dadixînin û saz dikin.”
WHATSAPP NAHÊLE KU PLAY STORE WHATSAPPA KURDÎ BELAV BIKE
Nenas got ji ber ku WhatsAppa kurdî ji þirketa WhatsAppê re ne fermî ye qebûl nake ku Play Store sepanê bide belavkirin. Nenas da zanîn ku di sala 2016’an de jî serwîsa peyam þandinê ya Telegram jî wergerandiye kurdî û sepana “lîstika peyva” ya bi kurdî çêkir û bernameya “lîstika mîlyoner” jî wergerandiye kurdî û li ser Play Store tê peydakirin. Nenas herî dawî got WhatsAppa kurdî ku hatiye çêkirin tenê ji bo telefonên Androîd hatiye amadekirin.
*Têbiniya Diyarnameyê: Îngilîzan ji bo ev telefonên teknolojîk û pêþketî peyva "Smartphone" bikaranîne. Tirk jêre "Akilli Telefon" dibêjin. Ji bo kurdî peyvek divê. Heta peyvek baþ bê dîtin ev peyva "Telefonên Jêhatî" me bikaranî. Ger peyvek kurdî ya orjînal û xweþik jêre hat dîtin emê biguherînin.