3 pirtûkên helbestan ên Xaylaza Reþîd
Diyarname
Xaylaza Reþîd jinek êzîdî, helbestvanek ji kurdên Kafkasyayê... Niha sê pirtûkên wê yên helbestan gihîþtin ber destên xwendevanan.
Xaylaza Reþîd helbestvaneke kurd e. Wê heta niha gelek helbest nivîsandine. Niha ji wan helbestan sê pirtûk derketin û her sê pirtûk ji Weþanên Lîsê derketin.
Ew di sala 1964'an de li gundê Pampê ya Ermenistanê hatiye dinê. Xaylaza Reþîd ji bo xwendinê diçe Rewanê û dûre diçe paytexta Gurcistan Tîblîsê. Ew di nav Yekîtiya Êzdiyên Gurcistanê de karê pêþxistina çand û folklora kurdî dike. Têmûrê Xelîl li ser Xaylaza Reþîd wisa dibêje: "Min 3 salan li gundê Xaylazê, li Pampa Kurdan (niha nave gund Sîpan e) dersên matematîkê daye wê. Ew yek ji þagirta min a herî zane û hezkirî bû, lê wê demê min nizanîbû ku ewê di helbestsêwirandinê de jî ew qasî zana be, belkî wê bi xwe jî nizanibû. Xuyaye ev zanebûn ji bavê wê Reþîdê Mîrze derbasî wê bûye, ku ew jî di eynî dibistana gund de mamoste bû."
Xaylaza Reþîd di sala 2000'an de di rojnameya Kaniya Sipî de dest bi kar dike, li ser wêje û ziman gotaran dinivîse û hin piyesên wê jî diweþin. Xaylana Reþîd niha bi sê pirtûkên xwe yên helbestan li pêþberî xwendevanên kurd ên Bakur e. Bi navê "Kaniya Dilê Min", "Xeliya Spî" û "Hêlîna Xeyalan" pirtûkên wê ji Weþanên Lîsê derketin.
Helbestên di pirtûkan de cur bi cur in, yên çarîn hene, serbest hene. Vaye helbestek ji pirtûka Kaniya Dilê Min:
Gul Bengî ne
Gul bengî ne,
Hezar rengî ne,
Kok strî ne,
Hey gulno!.
Dil bengî ne,
Hezar diqî ne,
Hezretî ne,
Hey dilno!..
- Kaniya Dilê Min / Xaylaza Reþîd / Helbest / Weþanên Lîs / 173 rûpel
- Xeliya Spî / Xaylaza Reþîd / Helbest / Weþanên Lîs / 347 rûpel
- Hêlîna Xeyalan / Xaylaza Reþîd / Helbest / Weþanên Lîs / 294 rûpel