BÎREK MONOLOGWARÎ
Çorê ARDA
“Bîra her mirovî, her malbatê, her taxê, her navçê, her bajarî, her welatî û her dewletê heye…”
“Bîr, dîrok e, derûnî ye, felsefe ye, ramyarî ye, alava wêjeyê ye…”
“Bîrên bêbinî û vala tune ne”
Romana ‘Bîr’ê ji gelek beþan pêk dihat, her beþ jî li gorî xwe wateyek, honandinek di zikê xwe de humilandibû. Di beþa ewilî de roman bi þêwazeke efsûnî û mîstîk dest pê kiribû. Jinek li çello dixe û bi çelloya xwe re þa dibe, an jî wisa dide hîskirin, dema ku li çelloyê dixîne xwe têde winda dike. Feqet sî’yek bi mûsîkjena me re þa dibe, talî xeyalek bi xeyalekê re þa dibe, du xeyal di hembêza hev de ne feqet haya wan ji hev nîn e. Belkî jî haya wan ji hev heye… beþek bihuþtik e, beþek dojehîk e, dojeh efsûn e, efsûn bihuþt e, bihuþt jî dojeh e, efsûn jî giþ in. Îcar çi dojeh e, çi bihûþt e welew çi ne bihûþt e û ne dojeh e? Kitekitên li ser siyê, çelloyê, jina xeyalî û lempeyê razberiyek bi xwe re afirandibû. Romantîkek efsûnî, kelecaniyeke razber û xofxweþwariyek bi xwe re zayandiye. Çello, jin, sî û xeyal dîmenên awarte û guhertî li dar xistibûn.
Romanûs carinan wekî ceribînan diaxife, carinan jî karekterên romanê tenê wekî alavekê dixuye ji bo ku romanûs biaxive û vebêje. Rih di karakteran de tune ye. Ya ku tenê xwedî rih e, vegotvan e, an jî monolog e. Karekterên bêrih tenê alavek e, ango mîna heyberekî ye. Karekterê bi ruh serleheng û lehengê romanê ye. Rihkirina karekteran an jî dana xwedîhestkirina karakteran karekî dijwar e, hevdilînî, serpêhatî û hesteke xurt jê re lazim e.
Karekterên me pirr in, lê ên serleheng Aras û Sarya ne. Lî û La jî sembolîk e welew sembolîk dixuye. Dibe ku bavê Aras, E-(lî) û Ay-( la) ablaya karekterê me bin ev Lî û La yanê ji navê wan hatibin… gumaneke ev jî. Axaftina bi Lî û La yê re tenê ji bo ku roman biherike û berdewama romanê bê alavek e. Bi xwe xwe axaftin tiþtekî derhiþî, binhiþî, derbirînî û îrrasyonel in. Jixwe romanên îrrasyonel hinekî modern in. Çiqas modern e, an jî ne modern e ev jî bi serê xwe pirsek e.
Em werin ser karekterên xwe, karakterê me li zanîngehê dixwîne, dema ku bavî wî li wî digere timî dicahmis e, ango aciziyan dike. Ji ber ku wekî her kesî gotinên ji rêzê jê re dihat kirin, helbet li gorî karekterê me, loma jî dilteng dibe ji vê rewþê. Paþê bavê wî qeyrana dil derbas dike, yekser bilêteke ji xwe re dibire, û bilêta xwe jî li kêleka “cam”ê dibire. Jixwe roman esil di vir de dest pê dike. Li ber camê dikeve diyalogên monologî, diçe bîr û bîranên xwe, diçe paþerojên xwe, di bîra zarokatiya xwe de digere. Îcar dema ku Aras di otobusê de li ber camê hezar çîrokan di hiþê xwe dinivîsîne. Qetandinek pêk tê, gilokê tê diqete, têkiliya di navbera sehneyan welew zincîreçîrokan de hinekî pirsgirêk çêdibin. Carinan mîna neqebeke asê bû, carinan jî mîna dangerîkên bi strî û kelem bûn ango romanek mîna hijekî nepejikandî bû welew nîvpejikî bû.
Bûyerên ku hatiye serê karekterên me hema hema giþ yeko yeko mîna rêzefîlmekî hatiye rêzkirin. Taliya talî romanek piþta xwe dispêre zarokatiyê, wêje jî bingeha xwe ji bîr û bîranînên zarokatiyê werdigirin…
Romana Bîrê bîr û bîranînên ku di zarokatiyê de bihuriye ji nû ve li ber camê zindî dibe û vediguherin monologan… di romanê de “cam” têgeheke girîng e. Ji ber ku hemû bûyer li ber camê diqewimin, hemû derhiþ, bîranîn, bîr, binhiþ û derbirînên wî li dijber camê zîndî dibin, rihber dibin. Dema ku li camê dinêre li hêla dinê pêrgî zarokatiya xwe der tê.
Cam ji bo romanivîskar tenê alavek e, ji bo ku romana xwe berdewam bike, di romanê alava herî bi kêr jî cam e. Bi saya camê roman dest pê kiriye û bi saya camê roman qediya ye.
Cam ji bo karekter rola neynikekê girtiye, camê derhiþî û binhiþiya karekterê me mîna gilokek tê veriþandiye. Feqet cam duhêlî ye, neynik yekhêlî ye. Her du jî rastiya mirovî destnîþan dike, feqet bi þêwazên cuda destnîþan dike. Taliya talî roman mîna xerzikekî nehatibe birîn, mîna darek nehatibe terîfkirin ango dikaribû hinekî din jî bihata neqadin, estetîzekirin. Þêwazeke cuda di romanê de sereke bû, muzîk û alavên muzîkê di romanê de xwedî cihekî cihêreng bû. Ji Mêrsînê dest pê kir zarokatiya wî li Hezexê qediya…
Lî û La nivîsa bavê Aras e, û Mah û Zend jî çavkaniya xwe ji dîrokê digre, yanê ew jî çîroka wê heye. Li gorî çîrokê Mah û Zend xwe diavêjin Bîrê ji bo ku nekeve destên Têmûrê Moxolî wisa berdewam dike çîrok, Sarya jî hevala Aras ya zanîngehê ye. Feqet Lî û La pir hatiye bi karanîn, ji ber ku roman li gorî Lî û La yê hatiye teþekirin.
23.11.2018
**
Nivîsên Çorê Arda yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- ÞEVÊN NIXUMANDÎ
- SINDOQA HANDA’YÊ
- RIHEKÎ PERDEKIRÎ
- BÊDENGIYEKE QELS
- Baholekî tijî serpêhatî