Di du saliya xwe de BÊRÛ
Recip Îçen
Berî her tiþtî ez bejna xwe ya du metro kêm deh sentîm li ber Bêrûyê ditewînim. Ez lêborîna xwe dixwazim ji kedkarên lîstikê ku min heta niha temaþe nekiribû. Ez ji bo ku xwe bidim efûkirin heta ku ji destê min bê ezê pesnê Bêrûyê bidim. Belê belê ezê vê nivîsê tenê ji bo pesindayînê binivîsinîm. Mirov dikare bi awayekî din jî bêje rexneyên erênî... wekî jêrenoteke bila ev jî li vir be: ‘Bêrû’ li paytexta Rûsyayê Moskovayê di 17’emîn Mîhrîcana Navnetewî ya Þanoyê de di kategoriya lîstikên biyanî de xelata Grand-Prîx ango ‘Xelata Mezin’ jî wergirt.
Kunyeya Lîstikê: Berû
Nivîskar: Darîo Fo
Werger: Dilawer Zaraq
Derhêner: Nazmi Karaman
Dramatûrjî: Teatra Jiyana Nû (Min lê zêde kir)
Dekor û Kostum: Teatra Jiyana Nû
Lîstikvan: Omer Þahin, Rûgeþ Kirici, Rewþan Çelîker, Cihad Ekinci, Nazmi Karaman
"Patronê “FIATê” Agnellî ji hêla Tugaya sor ve tê revandin. Wextê ku seyareya ku milîtanên Tugaye sor qeza dike, Angellî bi tesadufî ji aliyê teknîsyenekî Fîatê ê bi navê Antonîo ku li cihê bûyerê ye ve tê xilas kirin. Lê Antonîo nasnameya xwe li ser Angellî ku di rewþek giran, birîndar û nayê naskirin de ye, ji bîr dike. Bi çend emeliyetên estetîkê ku bijîþkan kir, Angelli vegeriya jiyanê, rûyê Antonio ku nasnameya wî di berîka wî de bû, bû rûyê wî. Êdî di sûretê karmendekî ku li welat baþ tê naskirin de rûyê karkerekî heye. Bi saya rûyê xwe yê nû nasnameya xwe hevserek û xoþewîstek wî jî çê dibe!"
( http://teatrajiyananu.com/?project=beru )
Berî her tiþtî ev lîstik du sal e dilîze û ez bawerim ewê du salên din jî bilîze. Aqûbet li serê lîstikên din be înþela. Lîstikek bifikirin ku du sal e di xopana Stenbolê de dilîze, li gorî wê jî ev tiþt çepikek xurt heq nake? Emê dîsa bên ser meselêya lîstikên du salî. Niha em piçekî behsa lîstikê bikin.
Derhênerê lîstikê Nazmî Karaman e û tekst ji aliyê Dilawer Zeraq ve hatiye wergerandin. Lîstik ji aliyê Dario Fo ve hatiye nivîsandin û du perde ye û komedî ye. Ji bo temaþevanên tirk jornivîs jî heye. Ji bo vê lîstikê xuyaye ku xebatek baþ hatiye kirin. Di orjînala tekstê de bîst û yek kes cih digirin lê Teatra Jiyana Nû bi þeþ kesan ev lîstik derxistiye ser dikê. Bi rastî jî ji aliyê dramaturjîyê ve tu kêmasî tê de tune ne. Wekî ku tê zanîn ku îþê dramaturg tenê jêbirîn e lê di vir de ne wiha ye, cih bi cih tiþtên bi kurdî jî di tekstê de zêde bûne. Ev tiþt hem ken lê zêde kiriye hem jî bi têra xwe tekst kiriye kurdî... Bêrû ne wekî adaptasyonek tê li hemberî temaþevan her çiqas di orjînal tekstê de gelek tiþt hatibe birîn jî laþê lîstikê wekî orjînal berdeawam dike û tu kemasî ji bo fahmkirinê nîn in. Me pesnê dramaturgê da lê mixabin wekî navekî kes di afiþê de cîh negirtiye tiþt nabe emê lê zêde bikin û emê bêjîn xebata dramaturjiyê bi awayekî kolektîf hatiye kirin.
Me ji bo xebatên kolektîf çepikek xurt li jor lêxist, niha em bên ser derhênerê lîstikê. Derhênerê lîstikê Nazmî Karaman e, niha ezê dîsa pesnê wî bidim hunê bi min re bixeyidin lê bi rastî jî camer xwe peritandiye, xwe çirandiye ji bo vê lîstikê. Ezê niha gotinek mezin bikim lê mixabin ez ji dramaturgên kurd ditirsim. Bila bixeyidin ne xem e ezê bêjim... Nazmî Karaman wekî Peter Brook derketiye hemberî temaþevanan. Peter Brook behsa teoriyên “Tiyatroya Feqîr” dike lê Nazmî Karaman çêkiriye. Camêr çi kiriye hûn zanin ezê yeko yeko bêjim. Di lîstikê dekor tune ye, ronahî tune ye, cîh jî tune ye. Bawer bikin ciyê çar kesan di sehneyê de tune bû, lê ev ji xwe re nekiriye pirsgirêk. Camêr gotiye dekor tune ye laþê we heye, teknîk tune ye dengê we heye, cî tune ye vaye temaþevan hatiye bila cî bidin we. Ji xeynî Peter Brookî wekî lîstikvan jî xweþ lîstiye. Di lîstikê de bi þêweyên xwe yê culemergî komserek dilîze. Ne komedî bû ya minê rexnekî li ser vê meselê bigota lê komedî ye û li gorî min ji bo lîstikên komedî hert tiþt serbest e. Tenê di sehneyê de min tiþtekî fahm nekir û di hundirê lîstikê de jî cî negirt gelo armanca wê peykerê çi bû? Ne xizmeta komediyê dike ne jî ji bo fahm kirina meseleyê alikar dibe.
Em werin ser lîstikvanî; Ezê tenê peyvekî îtalyanî bikarbînim ji bo lîstikvaniyê bêjim hûnê fahm bikin ku ez qala çi dikim "Perfecto"... Ez ji bo lîstikvanên lîstikê çepikek xurt dixwazim: Omer Þahîn, Rugeþ Kirici, Rewþan Çelîker, Cîhad Ekîncî û Nazmî Karaman...
Omer Þahîn di lîstikê de Antonio û Angelliy dilîst û ji xeynî wî wekî çîrokbêjê lîstikê bû jî. Rûgeþ jina Antonioy (Roza) û katibên dadgehê dilîst. Rewþan Çeliker, di rola Luciayê de metresa Antinoiy, di rola dadger, rola hemþîrê, rola alikarê komser û rola katîbên dadgehê dilîst. Cihad Ekîncî rola profesor û alikarê komser dilîst. Me li jor rola Nazmî Karaman gotibû... Ji bo Omer Þahîn ez dixwazim kevaneke mezin vekim. Di rola Antonioy û di rola Patronê Fiatê Agnelliy de performansek pir xweþ derxist. Bi laþê xwe bi dengê xwe û bi tevgera xwe enerjiya lîstikê bilind dikir. Rûgeþ Kirici of û of... Jinek bifikirin ku di hundirê deqê de du rûpel dipeyive û bi temamî yeko yeko tê fahm kirin. Dengbêjî, dans, akrobasî û hwd... Kirici rola xwe pir xweþ û bi awayekî estetîk li gorî xwe þirove kiriye. Rewþan Çeliker di vê lîstikê de balkêþa lîstikê bû. Gotin e, Rewþan ev jinik kêm e, gotiye ezê bilîzim, gotin e ev camêr kêm e, gotiye ezê bilîzim, gotine dekor kêm e gotiye ezê bilîzim... Heta niha li ser sehneyên me kemasiya lîstikvanên jinên kurd hebûn lê di vê lîstikê de mêr tune bû. Axir tune bû ku me têra xwe Rewþan Çeliker temaþe kir. Rewþan Çeliker wekî stranbejek tê zanîn lê ez bi dilekî rehet dibêjim ku lîstikvaniya wê ji stranbêjiya wê ne kêmtir bû. Cîhad Ekîncî jî di rola profesorê de pir serkeftî bû lê tenê wekî kemasiyek ez karim bêjim ku pir zêde serê xwe dide ber xwe.
Em bên gotina dawî. Ezê di vê nivîsê de bi pirsgirêkên þanoya kurdî we aciz nekim. Xwedê li me xistiye ji xwe, ev camerana “lîstikên du salî” dilîzin û dibêjin temaþevan neyê jî emê dîsa bilîzin. Ji kerema xwe du saliya Bêrûyê de Teatra Jiyana Nû bi tenê nehêlin...
(Teatra Jiyana Nû kî ye? http://teatrajiyananu.com/?page_id=78 )