Êdî kovareke muzîka kurdî jî heye: Ziryab
Diyarname
Ji bo kovargeriya kurdî gavek nû, kovara muzîkê ya bi kurdî "Ziryab" bi hejmara xwe ya yekemîn li pêþberî xwendevanan e.
Ziryab kurdekî Misûlê bû. Texmîn ew e ku di sala 789'an de li Misûlê hatiye dinê. Wê demê ku Misûl heta Endulusê (Spanyaya niha) di bin destê Osmanî de bû. Ew jî ji Misûlê bar dike Endulusê. Ziryab ku di warê muzîkê de gelek jîr bû li Ewropaya niha yekemîn konservatûar ji aliyê wî ve hatibû vekirin. Dîsa îdîa ew e ku bingeha flamengo jî, bingeha muzîka klasîk ku niha li Ewropayê bi nav û denge jî wî avêtiye. Û niha navî vî Ziryabê di nav dîroka girîng de cih digire li kovarê hatiye kirin.
Xwedî û Berpirsê Giþtî yê Weþanê Gokçe Selîm e. Kovarê hejmara xwe ya rezber, kewçêr, sermawez û berfanbarê derxist. Li gor edîtoriya kovarê dê çar mehan carekê kovarê derxin û armanca sereke ya kovarê jî wisa anîne ziman: "Pêþî, em dixwazin pirsgirêkên muzîka kurdî û pirsgirêkên muzîkjenên kurd li her deverê û li herqonaxê bi zimanekî erênî, nêrînên berfireh û heta derfet hebe bi hemû zaravayên kurdî bên nîqaþ kirin."
Kovar diyar dike ku ew dixwazin keda sedan salan muzîkê pêþkêþ bikin û wisa dibêjin: " Axirî, armanca me ew e ku ji muzîkjen û dilsozên muzîkê re qadeke nû ya xweîfadekirinê vekin."
'Ezê berhevkariya xwe berdewam bikim'
Mevlut Oguz ligel Ayfer Duzdaþ hevpeyvînek kiriye. Duzdaþ ku li ser stranên kurdên elewî lêkolînek kiribû ew wekî album derxistibû wisa dibêje: "Dema ku em vê gencîneyê tomar nekin, bi mirina her vebêjerî re,
ew gencîne dê hêdî hêdî winda bibe. Ji ber vê yekê jî heta ku ez çavkaniyan û piþtgiriyê bibînim, ez ê xebatên xwe berdewam bikim û tiþtên min tomar kirine ez ê ji nû ve di ber çavan re bigerînim û veguherînim berheman ku her kesek bikaribe jê fêde werbigire.”
'Çîroka stranên min þopên kûr di min de hiþtine'
Berfîn Çalî ligel Mem Ararat hevpeyvînek kiriye. Ararat ku dibêje "kurdî bi saya stranan her li ber xwe dide" li ser muzîka xwe jî wisa dibêje: "Ku dera laþê mirov biêþe devera wî ya herî girîng dibe ew der. Ez xemgîn im vê yekê dibêjim, lê mixabin herî zêde birîna mirov dibe nasnameya meriv. Yanî bi kurtasî dikarim wisa bibêjim; çîroka hin stranan
þopên kûr hiþtine di rabirdûya min de û rengê xwe hêj jî dide îroja min."
Gelek hevpeyvîn û gotar
Ji bilî van çend hevpeyvînên din jî di kovarê de cih girtine. Ji vanDara Porxelek ligel Kerem Gerdenzerî;
Tofan Sumbul ligel Rewþan Çelîker; Lezgîn Kitêbçiyan ligel rêvberê þîrketa organîzasyona Melibo Îbrahîm Ulak û Dilyar Amûdî jî ligel Nîzamettîn Arîç axiviye.
Her wiha kovarê ligel hunermend Adnan Kartal û ligel kemanjen Erdem Altinses jî hevpeyvîn kirine û ew weþandine.
Di beþa gotaran de Serhat Kural li ser "Dans û muzîk"ê, nivîsiye û ew dane ber hev.
Harûn Elkî li ser "Di pêlên demê de muzîk", Gokçe Selîm li ser Cem Þivan Ergul, Îbrahîm Sari li ser "Orpheus"ê, Xelîl Acar li ser Mirady, Ozan Irmak li ser albuma Serhat Ertuna Asê, Serhat Temel li ser serencama têkçûna Orkestraya Heskîfê, Ozan Irmak li ser "Muse", Besime Þen li ser piþaftina muzîka kurdan (bi wergera Ekrem Koçbaþi ji tirkî) û Serdar Ozturk li ser Dengbêj Reso gotara xwe lê kiriye. Her wiha Þadê Agon kurtenivîsek bi navê "Vengê Royi" wekî danasîna Mîkaîl Aslan nivîsiye.
Di kovarê de pirtûka Zeynep Yaþ "Þakarên Muzîka Kurdî" hatiye nasandin, her wiha dengbêj Gazin û Fadilê Cizîrî ku demek berê wefat kiribû hatine bibîranîn.
Ji bo têkilî û xwestinê:
kovaraziryab@gmail.com
www.ziryabmucis.com