Piþtî Amedê vê carê qedexe li ser Diyarbekir e
Diyarname
Li Tirkiyeyê hema bêna kurdî jê bê bes e û ev yek tenê bi serê xwe sedema qedexeyê ye. Vê carê em qala qedexeya ziman nakin, qedexeya sporê dikin.
Heta niha ev bû 60 maç, yanê dor 3 salan e her bi sedemên ne tu sedem li Tirkiyeyê nahêlin temaþevanên Amed Sporê di maçên deplasmanê de herin li maçê temaþe bikin û piþtgiriya Amed Sporê bikin. Lê niha qedexe danîn ser Diyarbekir Sporê jî.
Diyarbekir Spor ku ew jî tîma bajarê Amedê ye û di Lîga 3'yemîn a Tirkiyeyê de dilîze hefteya pêþiya me dê li Bayburtê bilîze û biryar dan ku temaþevanên Diyarbekir neçin maçê. Qedexeya ser Amed Sporê bi qedexeya ser Diyarbekir Sporê didome.
Rêveberiya Amed Sporê bi peyamek bal kiþand ser qedexeya tîmên Amed û ev qedexe þermezar kir.
Di lîgên Tirkiyeyê de Amed Spor di Lîga 2'yemîn Koma Spî, Diyarbekir di Lîga 3'yemîn Koma 3'yemîn de dilîze.