Kedkarê çapemeniya azad Kadrî Kaya wefat kir
AMED
Kedkarê çapemeniya azad, Kadrî Kaya ku li nexweþxaneya dihat tedawîkirin roja 29'ê mehê wefat kir.
Yek ji avakar û nûnerê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin, mamosteyê çapemeniya azad Kadrî Kaya li Nexweþxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê wefat kir. Kayayê ku pençeþêr lê peyda bibû dê sibê cenazeyê wî bînin Amedê.
Kaya ku bi keda xwe ya salan a di qada rojnamegeriyê de wekî mamosteyê çapemeniya azad dihat naskirin. Kaya 13 salan nûnertiya DÎHA'yê ya Amedê kir û berê jî bi salan di Ozgur Gundemê de xebitîbû.