Balafirek ket 189 kes mirin
Li Endonezyayê balafira girêdayî Rêyên Hewayê ya Lionê a bi nimreya JT 610 ku sefera rêwiyan dikir ket. Balafir piþtî ku bilind bû bi kurtedemek ket nava behrê. Di balafirê de 8 jê xebatkarên balafirgehê, ji nav wan 2 jê zarok bi 181 rêwî hebûn. Dest bi lêgerînê hat kirin. Heta niha 6 ceset ji behrê hatin derxistin.
Li gor daxuyaniya ku hatiye belavkirin piþtî ku balafir bi hewa ketiye pîlot destûra vegerê xwestiye lê paþê balafir ji radarê derketiye. Yek ji pîlotan ji Hindistanê û rêwiyekî li balafirê jî hemwelatiyê Îtalyayê bû.
Parçeyên balafirê ketî li herêma Karawand a girêdayî Rojavaya Cava hat dîtin. Masîgirên herêmî jî di nav de 300 kes beþdarî xebata rizgarkirinê bûne.