Ji bo yên temaþe nekiribin: DÎSKO 5 NO'LU dîsa dilîze
Diyarname
Lîstika þanoyê "DÎSKO 5 NO'LU" lîstika þanoger Mîrza Metîn e ku li ser girtîgeha Amedê serdema Derbeya 1980'yî ye. Lîstik niha carek din tê pêþkêþ kirin.
DÎSKO 5 NO'LU ev 8 serdem in dilîze her balê dikiþîne. Teskta lîstikê ji aliyê Mîrza Metîn ve hatiye nivîsîn. Metîn di dema nivîsandina lîstikê de ji bîranîn, lêkolîn, belgefîlm û xebatên din ên li ser Girtîgeha Amedê hatine kirin sûde girtiye û metra xwe saz kiriye. Lîstika ku Mîrza Metîn lîstikvaniya wê jî kiriye Berfîn Zenderlîoglu wekî derhêner lîstik bi rê ve biriye. Lîstik bi rejî, lîstikvanî, dekor û ronahiya xwe bandor li ser temaþevanan hiþtiye. Lîstika ku ev 8 serdem in her tê lîstin di vê serdema nû ya þanoyê de carek din tê lîstin. Ji bo yên heta niha temaþe nekirin lîstik 17'ê mehê saet 20.30 de li Þanogeha TOY Îstanbul (Maçka Gmall Harbiye, Kadirgalar Cad. no 3, Stenbol) tê lîstin.
Li Îzmîrê ye jî
Her wiha lîstik 19'ê mehê jî li Toy Îzmîrê derdikeve pêþberî temaþevanan.
Kunye:
Sazkar: Þermola Performans
Nivîskar: Mîrza Metîn
Derhêner: Berfîn Zenderlîoðlu
Lîstikvan: Mîrza Metîn
Dîzayna Dikê: Metîn Çelik
Dîzayna Ronahiyê: Alev Topal
Muzîk: Nizamettin Ariç / Wêneyên Xewnan
Vîdeo: Pia Ronicke & Zeynel Abidin Kizilyaprak
Jornivîsa tirkî: Nazê Yerlikaya
Efekt: Alan Ciwan, Adar Baran Deger
Fotograf: Nazim Serhat Firat
Mawe: 60 deqe / Yek Perde
Sînora temenê: +15