Karsazên Amedê xwedî li Amed Sporê derketin
Diyarname
13'yê vê mehê Amed Spor li Sakaryayê dê ligel Sakarya Sporê bilîsta. Berî maç dest pê bike li stadê dîmenên þer hatin nîþandayîn ji serî heta dawî di maçê de gotinên nijadperest û nexweþ ji bo Amed Sporê kirin. Piþtî maçê jî êrîþê rêveberên Amed Sporê kirin. Ev yek li Amedê û di nav alîgirên Amed Sporê de bû sedema nerazîbûnên mezin. Îro saziyên kar ên amedê jî bi daxuyaniyek ev êrîþ þermezar kirin û piþtgirî dan Amed Sporê.
DTSO (Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê), DTB (Borsaya Ticaretê ya Amedê), DESOB (Yekîtiya Odeya Senatkar û Esnafên Amedê), DGSÝDF (Federasyona Komeleyên Karsaz û Sanayîkarên Baþûrê Rojhilat) û DSÎD (Komeleya Karsaz û Sanayîkarên Amedê) di daxuyaniya ku weþandin de gotin ku em wekî karsazên Amedê baweriya me ew e ku divê di çarçoveya aþtî, biratî û dostaniyê de spor bê lîstin lê dema em li dîmena ku derketiye holê dinêrin mixabin ev hesta me hatiye birîndarkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de wisa hat gotin: "Der barê kes, klûb û rêveberên klûbê ku bûne sedema vê yekê emê serîlêdana sûcê bikin û emê þopînerê vê yekê bikin."