Çi eleqeya muzeyan bi dolar heye?
Diyarname
Li Tirkiyeyê ji ber bilindbûna qîmeta dolarê zam tê bi ser her tiþtî re. Dema mesele tê pirsîn bersiva "Her tiþtê me ji derve tê loma bandor lê dike." Lê çi eleqeya dolarê bi muzeyan heye?
Li Tirkiyeyê hemû lêçûyînên muzeyan; restorekirin, destheqê karkeran, bi kurtahî her tiþt ji butçeya baca ku ji gel tê girtin tê xerckirin. Bilêtên muzeyan ku têne firotin jî wekî zêdekek dikeve nava butçeya Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê. Lê ligel vê yekê jî buhaya bilêtên muçeyan bi serê vê mehê re sedî 50 buha kirin.
Bilêtên Axdamara li Wanê ji 10'an derxist 15'an, yê Ayasofyaya Stenbolê ji 40'î derxistin 60'î, yên Nevþehîr Goreme ji 35'î derxistin 45'î, yê keleha Alanya ji 15'an derxist 20'î, yê Zeugmaya li Entabê ji 15'an derxist 20'î... Û yê hemû deran wisa kirin.
Her wiha zam li "Muzekart"an jî kirin. Muzekart ku carek mirov digire ji bo salek di muzeyên dewletê de derbas dibe sedî 40 zam lê kirin. Muzekart ji sedî 50 bû 70 TL. Muzekartên bi buhaya erzan jî ji 20 TL'yî derxistin 30'yî. Museumpass Tirkiye jî ji 210 TL'yî derxistin 315 TL'yî.