Di qezayê de 16 kes mirin, wezîran îstîfa kir
Diyarname
Na, ev nûçe bi Tirkiyeyê ve ne girêdayî ye. Em qala qezaya ku li navçeya Svoge çêbûû dikin. Li Svogeya Bulgaristanê qezaya trafîkê çêbû û di encamê de 16 kes mirin. Li ser vê yekê Wezîrê Ragihandinê Ývaylo Moskovski, Wezîrê Pêþxistina Herêmî Nikolay Nankov û Wezîrê Karên Hundir Valentin Radev îstîfa kirin. Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov îstîfaya wezîran qebûl kir.
Wezîran di nameya îstîfaya xwe de gotine "îstîfaya me dê pirsgirêkan çareser neke lê ev yek berpirsiyariyeke siyasî ye, û em vê berpirsiyarî digirin ser milên xwe."
Roja 24'ê vê mehê otobusek ku rêwî dibirin dêrê bi kendalê re werbû û têde 17 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn. Piþtî bûyerê hatibû îdîa kirin ku kompaniya rê çêkiriye amûrên xirab bikar aniye loma qeza çêbûye.
Li Tirkiyeyê meha borî li Edîrneyê trên qilûbê 24 kes têde mirin lê kesî îstîfa nekir.