Hecî Þerîfa
Feratê DENGIZÎ
Me got em seriyekî bidin dostên xwe yên qedîm.
Ew çûbûn aliyê din, zaroyên wan mabûn. Me silav da Brahîmê Corc..
Mêrdînê xweþ Mêrdînê, þiþik kebabên wê, soqilbeqer û zêrkerên wê qedîm, qedirnas, cansivik, devlikên û xwedî hewayek nenas, ango mîtolojîk, nostaljîk û bêhderîn in. Tew bêhna qehwê, de ka bisekinin. Dizanim min pir dirêj kir. Lê va mesele ev e.
Em li dikana dostên qedîm ê suryanî rûniþtibûn û me qehweya xwe ya Mêrdînî hêdî hêdî vedixwar û piþta gotinê diþikand. Extiyarekî ket hindur û silav da û yekser got;
- Ka Brahîm?
- Were keremke Brahîm ez im.
- Na lo. Ma ev der dikana Brahîm e?
- Were Hecî, ma te ez nasnekirim?
- Brahîm tu yî, ma lawo ne hiþ maye, ne jî çav dibînin…
…… ……
Piþtî xêrdan, xweþbêþ û halpirsînê em li sohbeta wan guhdar in û awirên min wisa li ser Hecî ne. Bala hevala min jî li ser e. Dixwaze tiþtinan jê bipirse, min çav lê þikênand û ew sekinand ku rewþa xwezayî ya hestewariya wan xera nebe.
Derdora 85-90 salî, çav hûrik bûne û tev þîlaq. Bejnkurt ê piþtkubik. Kum li serî, rîh zêde nedirêj, lê simbelê sor ê qermiçî derheqê xortaniya wî de îþaretna dide. Bêvil wekî nikulê qertel ê xwar. Qermuçikên rû, bi ser hev de badayî, wekî rêza qalikên daran îþaretên temen in. Dest ji qeþartina gûzan reþqermiçî. Awirên wî, bavo awirên wî…
- Ka Hecî Ehmed derdê te çi ye? Halê te çawa ye?
- Ma wê hal çawa be lawo? Hecî Þerîfa çû, ez wilo hiþtim…
Yekser hêstir ji çav bariyan, wekî barana biharê û çav wisa li nixteyekê dinêrin. Çend deqîqe bêaxaftin… Brahîm da ser, li ber dila da.
- Mirin emrê Xwedê ye.
- Tu dizanî bêkes im…
Û sîng hilkiþiya û daket bi keser, wisa melûl, stûxwar…
…… ……
Paþê em ê fêm bikin ku bêkes e, Hecî Ehmed. Hevsera wî Hecî Þerîfa jî çûye ser dilovaniya xwe. Dema ku diçûn Heca Pîroz, bi hev re pereyên xwe tev disipartin Brahîm,yanî yekî xiristiyan, xaçperest ango “file…” De were, îja jî hatina xwe ya sala îsal, gûz pir bi bereket bûn, hatina wî pereyekî zêde(!) danî cem û lê zêde kir;
- Ku ez bimrim tu yê vî pereyi bidî Camiya Mezin kirîv, bila ji camiyê re xerc bikin.
- Em li camiyan tev, li giþkan bi wekhevî parve bikin, digot kirîvê Brahîm…
Û xweþsohbetê bi îskeîska Hecî Ehmed didomand;
- Aax… Hecî Þerîfa… Çima tu çûyî… Te ez bi tenê hiþtim..!
Mêrdîn, Kirîvê Brahîm, xaçperest, sûryanî, Hecî Ehmedê misilman, kurd, dostanî, bawerî û di vê sala ku xwîn dibarê li Rojhilata Navîn, xwîna li ser navê ol û nîjadê…
Mêrdîn, tu qedîm î, Hecî Þerîfa, Hecî Ehmed, Brahîmê Corc… hûn pîroz in, pîrozên mirovahiyê…
Aaxx.. Hecî Þerîfa, ax!
28.09.2017 / Mêrdîn În