Cenazeyê Aretha Franklin ji bo serdanê amade ye
Diyarname
Qralîçeya muzîka soul Aretha Franklin du hefte berê miribû. Cenazeyê wê 31'ê vê mehê dê bê definkirin. Heta wê demê li bajarê Detroit ê DYA'yê yên ku bixwazin dikarin herin cem cenazeyê û rêzgirtina xwe pêþkêþ bikin.
Cenaze bi erebeya LaSalle Sedan ku erebeyeke klasîk e anîn Muzeya Charles H. Wright a Dîrokî ya Afrîka Amerîkayê.
Kincên sor û pêlavên sor li Franklin kirine û dora wê jî bi gulan xemilandine. Her wiha rûja sor jî li lêvên wê kirine. Xwarziwa yê Sabrina Owens gotiye ku wê bixwe xwestiye bi vî awayî bê kirin û bê definkirin.
**
Nûçeya eleqedar: