Pirtûka ceribandinên Ahmet Altan bi gelek zimanan tê weþandin
Diyarname
19 ceribandinên Ahmet Altan ên ku l girtîgehê nivîsandine bi gelek zimanên biyanî dê bêne weþandin. Dor bi dor bi zimanên biyanî pirtûk dê derê. Yekem pirtûk bi zimanê spanyolê 20'ê meha rezberê li Spanyayê tê weþandin. Paþê 26'ê mehê bi almanê li Almanyayê û dûre li Îngilistanê, Norwecê, DYA'yê dê pirtûk bê weþandin. Navê "Ezê carek din qet dinyayê nebinîm" li pirtûk kirine.
Ahmet Altan wekî rojnameger, nivîskar, rewþenbîrekî jiyana xwe di nav nivîsê de derbas kiriye. Ew ji 22'yê rezbera 2016'an ve girtî ye. Wî Gerînendetiya Weþanê ya Rojnameteya Tarafê kiribû ku ev rojname piþtî hewldana derbeya 15'ê tîrmehê ev rojname hatibû girtin. Ahmet Altan ligel birê xwe Mehmet Altan, Nazli Ilicak û 5 kesên din ji doza çapemenî ya helwdana derbeyê hatin darizandin. Mehmet Altan hatibû berdan lê yên din hê girtî ne.
Altan ku heta niha gelek pirtûkên ceribandinê û gelek roman nivîsandibûn niha bi ceribandinên xwe û li seranserê dinyayê dê bikeve rojevê.