Bû 700 hefte: "Min bibîne dayê" (li klîbê temaþe bikin)
Diyarname
Ji roja 27'"e gulana 1995'an ve komek dayik li ber Lîseya Galatasaraya Beyogluya Stenbolê rûdinin û daxwaza dîtina kurd, mêr, bira bi kurtahî xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin dikin. Ji ber ku her roja þemiyê wan ev çalakî dom dikin êdî navê Dayikên Þemiyê li wan hat kirin. Îro dibe 699 hefte û hefteya pêþiya me dibe 700 hefte ku dayik vê çalakiya xwe li dar dixin. Her wiha ligel wan êdî li Amedê û Batmanê jî dayik rûdinin û vê daxwazê dikin.
Ji bo 700 hefteyan strana Ahmet Kaya a bi navê "Beni Bul Anne" (Min bibîne dayê) ji nû ve hat xwendin. Stran ji aliyê stranbê Ceylan Ertem ve hat xwendin û ji Dayikên Þemiyê Besna Tosun, Maþîde Ocak, Serpîll Taþkaya, Îkbal Eren jî beþek ji stranê gotin û klîb ji bo wê hat amadekirin. Klîba stranê ji aliyê Umit Kivanç ve hatiye amadekirin û hatiye belavkirin.
Îro Dayikên Þemiyê saet 12'an de 700'emîn car dê çalakiya xwe li dar bixin.
Vaye ew stran: