Kombîneyên Amed Sporê li benda alîgiran in
Diyarname
Tîma fûtbolê ya Amed Sporê ji bo serdema 2018-2019'an didome. Li aliyê din jî buhayên bilêtên kombîne yên Amed Sporê diyar bûr. Kombine di nabera 100 TL û 1000 TL de diguhere.
Amed Spor îsal maçên de dê Stada Nû ya Amedê de bilîze. Li stadê cihê 20 hezar temaþevanî heye. Amed sporê ji vê 12 hezar û 300 bilêt wekî kombîne derxist firotinê. Yên bixwazin dikarin ji ser www.amedstore.com.tr yan jî ji Amed Store ya li Ceylan Karavil AVM ya li Amedê bistîne. Ji bo yên bixwazin bi qertên bankeyê dikarin bi teqsîd jî bistînin.
Klûba Amed Sporê bang li hezkiriyên klûbê kir û xwest ku her kes bi bilêtgirtinê piþtgiriya têkoþîna wan bike û wisa gotiye: "Em hemû bi hev re em xurt in. Dema em bibin yek emê bi ser bikevin."
Kombineya herî erzan 100 TL (Piþt Kelehê) û ya hetî buha 1000 TL (Trîbuna VÎP) ye.
Buhayên kombîneyan wisa diyarkirine:
- Trîbuna piþt kelehê: 100 TL
- Trîbuna Maraton: (129M, 130 D1, 136 D1 û 137 K1) 150 TL
- Trîbuna Maraton: (131 D1, 132 D1, 134 D1 û 135 D1) 200 TL
- Trîbuna Sergirtî: (109 K3, 110 K3, 111 B1, 115 B1, 116 B1 û 117 G1) 300 TL
- Trîbuna Sergirtî ya Bin VÎP'ê (112 B1, 113 B1 û 114 B1) 500 TL
- Trîbuna VÎP'ê (219 V, 218 V, 217 V, 216 V û 215 V) 1000 TL