Rojnamegerê girtî Guleþ: Name û pirtûkên bi kurdî qedexene!
Diyarname
Rojnameger Mehmet Guleþ niha li Girtîgeha Elezîzê ya bi Nimreya 1'ê girtî ye. Guleþ nûçegîhanê DÎHA'yê bû ku DÎHA bi KHK'yê (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) hatibû girtin. Guleþ nameyek þand û di nameyê de qala binpêkirinên ku li hemberî girtiyan têne kirin anî ziman. Guleþ gotiye hê jî 30 girtî bêyî daxwaza wan di hucreyên yek kesî de têne girtin û qala rewþa tenduristiya wan a xirabûye jî kir. Guleþ wisa got: "Ji van yek jî Yaþar Kirmizi ye ku ev salek e bi nexweþiya KOAH'ê ketiye. Ligel ku nexweþ jî ew di hucreya yek kesî de tê girtin."
Guleþ dibêje 8 meh berê ew sewqê vê girtîgehê kirine, pirtûkên bi kurdî nadin wan, tenê ferheng û gramera bi kurdî dane wan, nameyên ku bi kurdî diþînin derve jî nayên þandin, têne qedexekirin.
Guleþ ev 21 meh in girtî ye.
Ji MA'yê hatiye girtin