Þanogerê kurd Yalçinkaya wefat kir
Diyarname
Þanogerê kurd Mehmet Emin Yalçinkaya îro li Îzmîrê li nexweþxaneya ku dihat dermankirin wefat kir.
Mehmet Emîn Yalçinkaya (Emîn Kosarî) di sala 1968'an de hatiye dinê. Di sala 1990'î de li Þanogeya Bajêr a Dr. Asena ya Þaredariya Bajarê Mezin dest bi karê þanoyê kir. Ji wê roje de heta niha karê þanoyê dom dikir. Wî ligel þanogerên wekî Veysel Ongoren, Ziya Demirel, Luciano Iogna, Celil Toksoz û Haldun Dormen xebat kir, di nav gelek lîstikan de rol girt ser milên xwe. Di dema ka þaredarî ket destê kurdan di nav lîstikên kurdî de lîst û di heman demê de hin lîstik wî bi xwe nivîsandin. Hin ji wan "Mala Dînan", "Mala Extiyaran", "Zembîlfiroþ" in. Piþtî ku kayyumê dest danî ser Þaredariya Bajêr a Amedê ew jî ligel þanogerên din ji þanoyê hat dûrxistin, Þanoya Bajêr a Þaredarî hat girtin. Yalçinkaya ligel hevalên xwe yên þanoger Þanoya Bajêr a Amedê vekirin û dest li lîstikan kirin. Mehmet Emîn Yalçinkaya ligel karê þanogerê nivîs jî dinivîsand û di heman demê de endamê PEN'a Kurd bû. Yalçinkaya ku ev zêdetirî 25 salan e di nav karê þanoyê de ye ev mehek zêdetir bû Îzmîrê bû û ji ber nexweþiya pankreansê dihat dermankirin lê îro ber êvarkî wefat kir.
Cenazeyê Yalçinkaya sibê dê bibin Amedê, piþtî merasima li Þanoya Bajêr a Amedê (saet 15.00) dê cenaze li Goristana Yenîkoy bê definkirin.
**
Li Þanoya Bajêr a Amedê bi beþdariya mebûsên HDP'ê, þanogerên hevalên wî merasimek hat lidar xistin. Piþtî merasimê cenazeyê Yalçinkaya li Goristana Yenîkoy a Amedê hat definkirin. (Ev beþ 12'yê mehê li nûçeyê hatiye zêdekirin)