Kurdekî Rojhilat transferê Manchester City bû
Diyarname
Lîstivanê fûtbole Danyal Ezanî (Daniel Arzani) ji Tîma Melbourne City ya Avustralya transferê tîma Manchester City (MC) ya Îngilistanê bû.
Erzanî di 4'ê rêbendana 1999'an de li bajarê Xurabamad a girêdayî Loristana rojavayê Kurdistanê hatiye dinê û ligel malbata xwe derbasî Avustralyayê bûye. Ew hemwelatiyê Avustralyayê ye. Lîstikvanê 19 salî di navbera 2014-2016'an de li Eastern Suburbs a Avusturyayê lîst, di sala 2016'an de transferê Melbourte City bû û niha jî transferê tîmeke mezin bû.
Roja 9'ê vê mehê Erzanî ligel tîma îngilîz a mezin Manchester City kontrat îmze kir û transfer bû.
Erzanî lîstikvanê forvetê ye û li aliyê çepê dilîze, bi 1,50 mîlyon Euro transferê klûba xwe ya nû bû.
Performansa Kûpaya Cîhanê
Erzanî ligel wî temenê xwe yê ciwan di Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de di nav lîstikvanên Avustralyayê de bû. Avustralya di maçên koman de, di nav Koma C de bû û reqîbên wê Fransa, Danîmarka û Perû bû. Avustralyayê 3 maç lîst û di her sê maçan de jî Erzanî paþê, di nîveka duyemîn de tevlî lîstikê bû. Di maçên Fransa, Danîmarka, Perû de Erzanî di encama guherîna lîstikvanan de ket maçê lê nekarî gol biavêje. Jixwe Avustralya wekî tîm di nav maçên koman de di rêza dawî de ma û nekarî ji komê derê.
Manchestir City (MC) tîmek mezin e
MC yek ji tîmên mezin ê Îngilistanê ye û teknÎk dîrektorê wê Pep Guardiola yê katalan e. MC par li îngilistanê bûbû þampiyon. Li Îngilistanê lîg duh bi maça Manchester United (MU) û Leicesterê dest pê kir, MU bi 1-0 bi ser ket.