Nuri Bilge Ceylan li Saraybosna xelat girt (hat nûkirin)
Diyarname
Derhêner Nuri Bilge Ceylan îsla ji Festîvala Fîlman a Saraybosna "Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de" bigire.
Festîvala Fîlman a Saraybosna îsal 24'emîn car di navbera 10-17'ê vê mehê de li dar dikeve. Festîval dê xelatê bide Ceylan û her wiha dê pêþangeha wî ya fotografan jî bi navê "Tirkye Sînemaskop" 11'ê mehê vebe û heta dawiya mehê vekirî bimîne.
Di çarçoveya festîvalê de fîlmên Ceylan ên heta niha kiþandine "Ahlat Agaci", "Bir Zamanlar Anadolu'da", "Kiþ Uykusu", Mayis Sikintisi", "Uzak", "Îklîmler" û "Kasaba" jî dê bêne nîþandayîn.
Festîval 10'ê mehê bi nîþandayîna fîlmê derhênerê polonî Pawel Pawlikowski yê bi navê "Cold War" (Þerê Sar) dê dest pê bike. Ji Amerîka heta Îranê, Tirkiyeyê fîlmên gelek derhêneran di festîvalê de derdikevin pêþberî temaþevanan. (Ev beþ roja 08.08.2018'an hatiye weþandin)
**
'Ezê vê xelatê ji bîr nekim'
Festîval li Þanoya Neteweyî ya li Saraybosna bi merasimek dest pê kir. Di merasima destpêka festîvalê de derhêner Ceylan "Xelata Serketina Di Hemû Jiyanê de" Ku navê "Dilê Saraybosna" lêkirine girt û got: "Girtina vê xelatê ji bo min rûmetek mezin e. Ez bi hemû dilê xwe vê xelatê qebûl dikim."
Dîrektorê Festîvalê Mîrsad Purivatra xelat pêþkêþî Ceylan kir. (Ev beþ 11'ê mehê li nûçeyê hatiye zêdekirin)